YJK-E: 18’ê Mijdarê em li Berlînê kom bibin
YJK-E’yê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku 18’ê Mijdarê li Berlînê kom bibin û li dijî qedexeyan dengê xwe derxînin.
YJK-E’yê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku 18’ê Mijdarê li Berlînê kom bibin û li dijî qedexeyan dengê xwe derxînin.
Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Mîna her sal, îsal jî em Kurd, enternasyonalîst û saziyên demokratîk ên Ewropayî ji bo protestokirina qedexeya li ser PKK’ê kom dibin.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin:
“18’ê Mijdarê meşa ku li Berlînê were kirin, lêgerîna bi maf a gelê Kurd îfade dike. Di heman demê de beriya serdana Erdoganê faşîst a li Elmanyayê, divê ev tişt were diyarkirin: Biryarên ku li pişt deriyên girtî, li ser me tên dayîn, em qebûl nakin.
BANGA TEVLÎBÛNA MEŞÊ
Em bang li hemû gelê Kurd û dostên xwe dikin ku 18’ê Mijdarê li dijî vê zihniyeta qedexekar ku me Kurdan krîmînalîze dike, li Berlînê deng derxînin. Em sekneke bi rûmet esas digirin û di çarçoveya pêngava ‘Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ û ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de divê çareseriya aştiyane esas were girtin.”