RJAK ji bo 25’ê Mijdarê wê 16 rojan di nava çalakiyan de be

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) li Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bernameya çalakiyên 16 rojî yên li dijî tûndiya li ser jinan eşkere kir.

Îro RJAK’ê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyek çapemeniyê bernameya rêze çalakiyên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundûtujiya li ser Jinan eşkere kir.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Endama RJAK’ê Şeyma Nebîl ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Wek erkek jinane û exlaqî li dijî hemû zilm, tûndutijî û komkujiyên jinanin. Êdî kuştinên ku bi behaneya ‘namus’yan jî her behaneyek din teror yan jî bombebaran li ser xaka me pêktê bi aramanca dagirkeriyê ye. Ji berku jinên ji aliyê dagirkeran ve tên qetilkirin, jinên di jêr navê ‘namusê’ de tên kuştin û jinên ku kirîn û firotin pê tên kirin bi heman hişmendiyê tê kirin. Ew hişmendî jî li dijî jin û dijî mirovahiyê ne.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ew hişyarkirina civakê wek erkê xwe dibînin û ew ê têkoşîna xwişkên Mîrabel a li dijî zilmê berdewam bikin.

Di derbarê cih û demên çalakiyan de jî hat gotin: “Wek RJAK em ê li Silêmanî, Kerkûk, Ranya, Germiyan û ger dibistan vebûn jî em ê semîneran ji bo xwendevanan bidin. Em ê çalakiyên bi rengê meş, daxuyanî û belavokan jî lidar bixin.”