Li Amedê jinek bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
A.K a 50 salî ku li navçeya Rezanê di mala xwe de bi awayekî guman bi birîndarî hat dîtin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
A.K a 50 salî ku li navçeya Rezanê di mala xwe de bi awayekî guman bi birîndarî hat dîtin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Jina bi navê A.K a 50 salî ku li gundê Hewarê Xas ê navçeya Rezan a Amedê di mala xwe de bi guleyê birîndar bibû hat dîtin. Hat ragihandin ku zarokên ku li baxçeyê dilîstin bûyer ferq kirin û rewş ji Navenda Telefonên Lezgîn a 112’an re ragihandin. Ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
A.K. a ku piştî mudaxaleya ewil li cihê bûyerê hat kirin û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Li gel hemû mudaxaleyê jî A.K. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.