Komxebata jinan a li Reqayê bi dawî bû
Komxebata jinan a li Reqayê bi peyamên, “Ll dijî hemû şêwazên tundiyê geşkirina têkoşînê û şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî“ bi dawî bû.
Komxebata jinan a li Reqayê bi peyamên, “Ll dijî hemû şêwazên tundiyê geşkirina têkoşînê û şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî“ bi dawî bû.
Komxebata jinan a bi dirûşma "Bi ruhê neteweya demokratîk em ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan dimeşin" hat lidarxistin, bi encamanmeyekê bi dawî bû.
Di şîrovekirina mijara sêyemîn a bi sernavê “Erdnîgarî û têgeha eşîran“ de hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan axivî û wiha got: "Gelek pirsên girîng li ser çawaniya pirsgirêkên mirov û civak ji kevn de dijîn hene. Ji wan pirsgirêka civakî, aborî, ekolojîk ên ku li pêş pêşketinê dibin bend."
Fatme Merwan diyar kir ku ji bo naskirina çawa û kengî ev pirsgirêk dest pê kir, teqez e ku tiştê hatiye windakirina ji bilî vegera li cihê hatiye windakirinê nayê dîtin û divê pirsgirêkên bandor li binyada civakê kirine werin lêkolînkirin, her wiha divê rejîmên hewl daye civakê ji cewhera wê ya xwezayî û mirovî vala bikin, lêkolîn werin kirin.
Fatme Merwan li ser mijarê wiha pirsî: "Gelo em dikarin pirsgirêkên civakî weke ku taybetmendiyeke ajoyî di xwezaya mirov anî derbasî wê bûye wesif bikin? Civaka mirovan xwedî dîrokeke kevnar û dirêj e, di wê yekê de gelek astengî û zehmetî kişandin. Ji bo ku em rastiya civakî û mirovahiyê nas bikin divê em bikevin kûrahiya dîrokê û li çawaniya pêşketina mirov û civakê lêkolîn bikin."
Der barê mijarê de Fatme Merwan îşaret bi êşên jinan di dirêjahiya demê de kişandine û serhildana li dijî zihniyeta baviksalarî bi xwespartina li fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Em jî hewl dide peyama rizgarkirina jinan bigihînin tevahî jinan ku xwe ji tevahî qeyd û bendan rizgar bikin û ber bi civakeke serkeftî xwedî azadî û wekhevî ve biçin."
Di mijara dawî de girîngî li ser jineolojî û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bû. Di vê mijarê de endama rêvebera Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Tebqayê Mariya El Mûsa axivî û got: "Lêkolerê/a li ser rastiyên dîrokî û sedemên şoreşan dê li pêş were aşkerakirin ku dîroka koletiya jinan di çanda Rojhilata Navîn de veşartî ye. Ji lew re destpêka azadiyê ji vê xakê ve û bi rêya şoreş û zanistê ye ku dê bi wan re jin bi pêş bikevin."
Mariya El Mûsa bal kişand ser felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî“ ku ev feslefe bûye dirûşmeke û pê tevahî jin banga azadiya xwe dikin û wiha got: "Vê felsfeyê fikir û zanabûnê çêkir û asoyên giştî ji bo xwegihandina li rastiya sedsala 21′an vekirin ku ger jin neyê rizgarkirin civakê nayê rizgarkirin."
Der barê nîqaşên her du mijarên dawî de endama Nivîsgeha Perwerdê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Esma El Elî li ser projeya neteweya demokratîk û aliyên hewl didin vê têk bibin axivî û wiha got: "Projeya neteweya demokratîk projeya rasteqîn e û em îro dibînin jin di vê projeyê de bi ser ketin û di heman demê de em dibînin jî hin hewl didin vê projeyê têk bibin, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker. Lê jinê di vê projeyê de di tevahî aliyên jiyanê de xwe îsbat kir."
Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya li Dêrazorê Ayşe El Şêx jî got: "Dêrazor bajarekî eşîran e, mîna Reqa, Hesekê û herêmên rojhilat, di wan bajaran de eşîr serwer in û jin ji hin mafên xwe bêpar in. Ji lewra divê hewldanên rizgarkirina jinan û xurtkirina wan di tevahî aliyan de werin kirin."
Komxebat bi gelek biryaran bi dawî bû, biryar ji hêla endama Koordînatora Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn El Hesen ve hatin xwendin.
Biryarên di komxebatê de hatin girtin wiha ye: