Bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiv ji tundiyê re tê dayin

Arzû Temo anî ziman ku tenê bi têkoşîneke rêxistinbûyî dikarin pêşî li tundiya li jinê bigirin û got, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Qanûna Malbatê li dijî tundiyê têdikoşin.

Ji Berpirsyarên Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Sara, Arzû Temo têkildarî Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ji ANF'ê re axivî.

TÊKOŞÎNA EDALETÊ YA LI DIJÎ TUNDIYÊ

Arzû Temo anî ziman ku Rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Sara her roja salê li dijî tundiyê têdikoşe û got, "Karên me ne tenê pêngav in. Bi rêya perwerdeyê bi taybetî jî bi semîneran em dixwazin têgihiştinê pêk bÎnin û jiyaneke hevpar ava bikin. Bi taybetî bi broşurên li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê em dixwazin jinan zane bikin, jiyaneke rast ava bikin. Em li malan serdana jinan dikin, jin jî serdana navenda me dikin. Em bi rola piştevaniya jinan, zanekirina jinan, birêxistinkirina jinan tevdigerin. Di dozên li ber destê dadgehê de em bi jinan re hewl didin heqîqetê ronî bikin û edaletê pêk bînin."

Arzû bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk jî û işaret bi girîngiya azadiya jin û civakê kir. Arzû got, "Me dît ku di sala 2023'an de polîtîkayên şerê taybet li dijî jinan hatin meşandin. Hejmara jinên ku bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk û hatin qetilkirin zêde bû. Jinên ku pêşengiyê ji civakê re dikin bûn hedef. Ew jin bûn ku civak bi rêxistin û zane dikirin, li dijî tundiyê jin tevlî têkoşînê dikirin. Diafirandin. Li gel gef, çavtirsandin û hewldanên serîtewandinê yên bi êrîşan hatin kirin jî jinan bi berxwedanê, bi têkoşîn û serhildanê bersiv dan. Pozîsyona xwe ya pêşengiyê parastin. Jinên ku pêşengiyê ji civakê re dikin, jinên ku nîvê civakê ne heta ku azad nebin civak jî azad nabe.

Di atmosfera şer de xisara herî giran li jin û zarokan dibe. Jin û zarokên ku malbat, xak û mala xwe ji dest didin dikevin nava travmayên mezin. Jinên ku neçar hatine hiştin li koçberiyê bijîn, dikevin nava pirsgirêkên ahengiyê bi jiyana nû re.

Jin û zarokên koçber bûne ji aliyê fîzîkî û ruhî ve diwestin. Dûrxistina zarokekî ji dibistanê, ji hevalên xwe, ji qadên ku dilîze, li pêşiya mezinbûna çêkerî ya zarok dibe asteng."

LI EFRÎN, GIRÊ SPÎ Û SERÊKANIYÊ TUNDÎ DI ASTA HERÎ BILIND DE YE

Arzû bal kişand ser asta pirsgirêkên jinên li herêmên dagirkirî û got, "Tundiya li dijî jinê ya ji ber dagirkeriyê li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê di asta herî bilind de ye. Rojane herî kêm tundî li jinekê tê kirin. Destavêtin li jinê tê kirin, bi saxî têne şewitandin, têne kuştin lê belê bîlançoyeke şênber li ber destê me nîne. Qet nebe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bi jinan re di nava danûstandinan de ne, şensê me heye ku karibin yekser dest li rewşê werdin. Lê belê li herêmên dagirkirî derfet nîne ku xwe yekser bigihînin jinan, lê agahiyê şênber nebe jî hin agahî digihêjin ber destê me. Gihîştina bîlançoyê li ber destê me girîng e lê belê têra pêşîgirtina li tundiyê nake. Saziyên mafên mirovan ên diçin herêmê divê karên terorê yên li herêmê kifş bikin û bikin ku dewleta Tirk bê darizandin. Heta ku dewleta Tirk neyê cezakirin bûyerên li herêmên dagirkirî eşkere nabe, sûc jî wê bêceza bimînin."

Arzû anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta meha Nîsanê tundiya li jinê kêm bû, lê belê bi meha Gulanê re zêde bû û got, "Piştî ku polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinê ketin dewrê, bûyerên komkujî, destavêtin û tundiyê zêde bûn. Ji aliyê mejiyê bi serweriya mêr, qaşo li gorî kevneşopiya civakê bi navê 'namûs û şerefê' jin hatin qetilkirin. Tundiya li jinê çima di nava salê de zêde bû? Bêguman me li vê yekê pirsîn. Karên me yên zanekirin û rêxistinkirinê di kîjan astê de kêm man ku tundî ewqasî zêde bû. Gelo semînerên me têrê kirin an na, me xwe gihandin her kesî yan na, ya jî ji bo pêkanîna edaletê me doz baş şopandin an na; di van mijaran de divê rexnedayin bê kirin."

CIHÊ KU TUNDÎ LÊ KÊM E, HERÊMA CIZÎRÊ YE

Arzû got, "Bi pêkhatina şoreşa jinê re zincîra koletiyê ya jinan hate şikandin. Gelek jinan ji tundiyê re gotin na, serî hildan, serweriya mêr red kirin. Li dora têkoşînê bûn yek, ji bo wekhevî û edaletê têkoşiyan. Têkoşîn çiqasî mezin bû, tundî jî ewqasî zêde bû. Ji ber vê yekê jî ji bo afirandina wekheviya nava zayendan, pêwîstî bi şerekî mezin ê li dijî mejiyê bi serweriya mêr heye" û anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê ku herî kêm bûyerên tundiyê rû dan herêma Cizîrê ye. Arzû got, "Dema ku mirov li gorî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê binirxîne, ji sala 2011'an û vir ve bi taybetî sala 2014'an piştî amadekirina qanûnan li Herêma Cizîrê tundî kêm bû. Li Herêma Cizîrê di asta ji sedî 60'î de qanûna malbatê bi cih tê anîn. Mixabin li Herêma Firatê me nekarî hîn xwe bigihînin encama dixwazin. Bi nîqaşan, bi bicihanîna qanûna malbatê re hewl tê dayin ku astengî ji holê bêne rakirin. Li Reqayê hîn gelek jin têne kuştin. Komkujî bi navê xwekuştinê tê nîşandan. Bi bilindkirina dengê edaletê yê li dijî tundiyê, bi bicihanîna Qanûna Malbatê li deverên bi vî rengî em dikarin pêşî li komkujiyan bigirin."

Arzû Temo di dawiya axaftina xwe de got, "Têkoşîna me ya li dijî tundiyê wê dewam bike. Me bêhna azadiyê wergirt, lê belê hîn azadiya xwe bi temamî pêk neanîne. Divê em êdî zircîrên koletiyê bişikînin. Tundiya li dijî jinê divê em bi temamî bi dawî bikin û ji tundiyê re bibêjin na."

Rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Sara piştî pêvajoya amadekariyê ya sala 2011'an destpê kir, di 1'ê Hezîrana 2013'an de ava bû.