Li Rihayê jina ducanî ji aliyê mêrê pê re zewicî ve hate qetilkirin
Li navçeya Kaniya Xezalan Fîdda Uzun a ducanî ji aliyê hevjînê xwe Ahmet Uzun ve hat qetilkirin.
Li navçeya Kaniya Xezalan Fîdda Uzun a ducanî ji aliyê hevjînê xwe Ahmet Uzun ve hat qetilkirin.
Li taxa Çomlekçî ya navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ji mala malbata Uzun dengê çekan hat bihîstin. Li ser bihîstina deng leşker û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê li hundirê malê ferq kirin ku Fîdda Uzun (24) a ducanî hatiye kuştin.
Êrişkar Ahmet Uzun li baxçeyê pişt mala xwe tevî amûra ku pê sûc kiriye hate binçavkirin. Hat ragihandin Uzun ê ku hat binçavkirin, li xwe mikur hatiye ku sûc kiriye.