Li navçeya Qinê ya Kobanê jin li dijî tundiyê meşiyan

Li navçeya Qinê ya Kobanê jin li dijî tundiya li hemberî jinê bi rengekî girseyî meşiyan.

Bi wesîleya 25'ê Mijarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, li navçeya Qinê ya Kobanê meşek hate lidarxistin.

Bi dehan jin li navenda navçeya Qinê li hev kom bûn û ber bi rojavayê navçeyê ve meşiyan. Di meşê de dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hate qîrîn.

Di dawiya meşê de ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz hate girtin û piştre endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Qinê Cûneyna Mihemed Elî axivî.

Cûneyna Mihemed Elî diyar kir ku desthilatdar her tim ji fikra jinê ditirse, lewma bi her awayî êrîş dike û got, "Li dijî êrîşên desthilatdariya zilam ên ji bo şikandina îradeya jinê em ê bi ser bikevin."