Viyan: Jinolojî li ber her cûre ferasetên zanistîperestiyê radibe

Endama PAJK'ê Viyan Leyla diyar kir ku rastiya jinê xwedî hêzeke welê ye ku li pêşberî xwezayê hesas e, ji bo civakê berpirsyar e û pêşengiyê ji pêwîstiyên civakê dike. Viyan Leyla got, "Em ê di her rewşê de polîtîkayên taybet bimeşînin."

Endama PAJK'ê Viyan Leyla beşdarî bernameya 'Xwebûn' a Jin TV bû û diyar kir ku lîberalîzm mijarên zanistîperestî, olperestî, neteweperestî û zayendîperestiyê ji bo avakirina xwe weke amûrên îdeolojîk bi kar tîne.

Zanistîperestî, olperestî, neteweperestî û zayendîperestî ji bo sîstemê tên çi wateyê?

Zanistîperestî, olperestî, neteweperestî û zayendîperestî hêmanên esasî yên sîstemê ne. Sîstem ji bo rêveberî bê qebûlkirin û di nava civakê de kes li ber vê yekê ranebe, van mijaran weke amûrên îdeolojîk bi kar tîne. Tu pergal, tu sazî bê îdeolojî nameşe. Heta ku hegemonyaya xwe ava nekin desthilatiya xwe jî nikarin hegemonîk bidin rûniştandin. Hemû avabûna şaristaniyan xwe dispêrin vê nêzîkatiyê. Dema pergala dewletparêz hat avakirin û şaristaniya kapîtalîst ava bû destpêkê bi faeliyetên îdeolojîk ên rahîbên Sûmeran re destpê kir. Rahîbên Sûmeran Zîggurat ava kirin, li wir xebatên zîhnî pêş xistin, li gorî vê zîhniyetê pergal dan avakirin. Pergaleke çawa bû? Li jorê xweda heye, rahîb berdevkê xweda ne. Yên li jêr dimînin jî hemû kole ne. Yên binî kî ne? Jin, ciwan, kedkar yanî kesên li derveyî pergalê dimînin bû. Avabûna dewlet jî wiha ye. Dewlet jî xwe dispêre zîhniyeta desthilatdarî. Ji bo xwe bide qebûlkirin kar û xebatên ziravî dimeşîne. Ji ber ku li hemberî dewletê berxwedanî, neqebûlkirin heye. Pergal jî bi van bîrdoziyan van mirovan dixapîne, dişixûlîne. Dewlet bîrdoziya xwe lli akademiyan, mekteban ava kir. Hemû sazîbûnên xwe li gorî vê bîrdoziyê birêxistin kir. Armanc çi ye? Çima nêzîkatiyeke îdeolojîk digerin? Ji ber ku di civakê de hindek kes serwer bin hindek kes jî bindest. Hindek kes desteser bikin hindek kes jî kole bin. Yanî jor û jêr ava dikin. Kesên li jor kî ne? Dewlet e, zilam e, netewên serdest in, kesên desthilatdariyê rêve dibin. Kesên li jêr kî ne? Civak bixwe ye. Ji bo yên li jêr li hmberî yên li jor serî raneke, cihê xwe qebûl bike desthilatdar neçar in ku wana bi bîrdoziyeke birêve bibe. Di roja me îro de, olê wî yê esasî, amûra wî ya esasî lîberalîzm e. Lîberalîzm jî xwe li ser lingên olperestî, zanistperestî, netewperestî û zayendperestî ava dike. Ji bo ev bên qebûlkirin hemû sazîbûnên xwe li gorî vê yekê rêxistin dike. Modayan, felsefeyan pêş dixe, tezan, teoriyan ava dike, li gorî vê yekê têkiliyên civakî înşa dike. Di encam de ji bo siyaseteke giredayî van lingan bide rûnişkandin karekî taybet dimeşîne. Ji bo pêşxistina pergala xwe mekteb, akademî, zanîngeh bi taybetî didin şixûlandin. Hemû medyayê ji bo xwe didin şixûlandin. Ji çar alî ve civakê dorpêş dikin. Ji bo civak ji vê dorpêçê dernekeve bi van çekan adeta tê tevizandin. 

Em ji zanistperestiyê destpê bikin. Zanistperestî çawa tê bikaranîn? Em her dibêjin mêzekirina pozîtîvîst. Ev tê çi wateyê?

Zanist cuda ye, zanistperestî cuda ye. Dijberiya me li hemberî zanistê nîne. Zanist xebatekî esasî ya mirova ye. Em dikarin bêjin zanist, pêşketinên teknolojîk bi saya kapîtalîzmê çênebûye. Kapîtalîzm zanistperestiyê bi î şeklî dide rewakirin. Wekî dibêje, "ez nebim zanist pêş nakeve, mirov di hêla aqil de pêşketinan ava nake". Lê ev dereweke pir mezin e. Di civaka xwezayî de jî zanist heye. Mesela tekera yekemîn, kasik, cerr, zerikên hatine çêkirin li gorî serdema xwe pêşketinên teknîkî be. Tiştên ji bo civak jiyana xwe rihettir bike ava kirine pêşketinên teknîkî û xebatên zanistî ne. Ji bo vê yekê divê em ji derewên pergala kapîtalîst bawer nekin. Zanista niha pêşkeşî me. dike ne girêdayî exlaq û pêdiviyên civakê ne. Zanista pozîtîvîst çi ye? Di zanista kapîtalîzm êde her tişt madî ye. Li wir cihê manewiyata mirov nîne. Her tişr divê bi ceribandinan bê îspatkirin. Naxwe, tu çi hîs dikî, çi difikirî, di hêla derûnî de çawa yî nexema pergalê ye. Vê qadî wekî qadekî vala dibîne. An jî ti çi nîqaş dikî, dipirsî, ji çi bawer dikî ev jî ji bo pergalê wekî qadeke çîrok e. Yanî divê tu her tiştî bi çavê xwe bibînî. Tiştên tu bi çavên xwe dibînî jî divê bi ceribandinan bê îspatkirin.

Sedema vê gelo ji bo ku zanist di nav xwe de pir zêde hatiye perçekirin e?

Erê, jixwe hemû diyardeyan perçe dike û wiha pêşkeş dike. Di mantiqê pozîtîvîst de çi heye? Her tişt kirde û berkirde ye. Mînak, têkiliyên civakî jî iha dike. Di civakê de zilam kirde ye. Dikare her tiştî bike, mafê wî heye. Kes jê hesap napirse. Jin jî berkirde ye. Jin erenî neyînî bandor dibe lê neçar e qebûl dike. Ji ber ku li gorî pozîtîvîzmê zilam kirde ye, serwer e. An jî hikûmet serwer e, birêve dibe, hemû tiştan ew pêk tîne. Lê civak berkirde ye, divê dengê xwe dernexe. Di roja me îro de mirov kirde ye, xweza berkirde ye. Mirov dikare her xirabiyê li ser xwezayê bike. Yanî kî\ê kirde be ew rastiya teqez e. 

Mirovan nerm nerm didin îknakirin. Li gorî zanist zilam hem serwer e, hem jî yê bi aqil e. Lê jin tenê bi hestê xwe tevdigere. Hem bi jinê hem bi ilm dide îknakirin.

Zanist dizîna zîhniyeta civakî ye. Mesela desthilatdarî zîhniyet û aqlê civakê didize desteser dike, aîdî xwe nîşan dide û dûvre pêşkeşî civakê dike. Heman tiştî ji bo jinê jî dike. Aqlê jinan, hilberîn û pêşketinên jinan yên ku di dîroka civakî de ava kirine talan kir, xesp kir, dizî pişte jî wekî ku ew bixwe afirandiye pêşkeşî civakê kir. Di van hemûyan de zayendperestî roleke cidî dilîze. Zanista roja me îro zanesteke zayenperest e. Bi aqlê zilam ve dimeşe. Lewma, ne exlaqeke civakî heye, ne berjewendiyeke mirovahî heye, ne jî parastina xweza heye. Bi giştî tehekkûm heye.

Zanist ji jinê re qadeke çawa vedike?

Mirov dikare bêje qadan digire. Dibêje ji xwe aqlê jinê zêde tênagihije van mijaran, di hêla hilberînê de pir zêde bi mantiq nîne, aqlê wê kêm e. Jin encax dikare di xebatên zanistî de bibe amûrek. Mînak, laşê jinê ji bo pêşketinên tibê wekî kadavra hate şixûlandin. Di hindek ceribandinan de wekî metayek hate şixûlandin. Jinên ku xwestin bibin xwedî gotin jî hene helbet. Lê hindek bi dizî, hindek veşartî hindek bi tirs karê xwe kirin. Di dîrokê de jinên di zanistê de gav avêtine ji ber ku berhemên wan naye dîtin, ji ber ku jin bûn mecbûr man berhemên xwe li ser navê zilamekî biweşînin. An jî hindek mecbûr man li kêleka xwe zilamekî bigrin da ku rihettir karê xwe bikin. Jinan mehkûmî sînorên xwe kirin. Jinên di vê mijarê de xwedî hewildan bûn jî yan li gorî sînorên wan tevdigeriya yan jî dema derdiket derveyî sînorên wan bi pêkanînên cuda cuda re rû bi rû hatin. Mînak weke cadû hatin şewitandin. Jinên şîfager hebûn, jinên ku ji baweriya gelan re dibûn bersiv hebûn piraniyê wan di serdema navîn de zindî zindî hatin şewitandin. Tenê sûcên wan çi bû? Bi xebatên zanistî re mijûl dibûn. Wekî jinên ne baş, jinên ji rêderketî hatin nîşandan, li derveyî zanistê hatin hiştin. Di roja me îro de jî nêzîkatiyên zayendperest hene. Di hêla ziman de jî hê tam nabêjin 'bilim insani-mirovên zanyar-' dibêjin 'bilim adami yanî zilamê zanyar'. Tehekkûma zilam di vê qadê de jî heye. Tehekkûma ku wê zilam li ser jinê, însan li ser xwezayê, tehekkûma ku wê desthilatdar li ser civakê çawa bê meşandin taybet kar dikin. 

Em dibêjin qirkirina jin û civakê lê divê em qirkirina xwezayê jî bibînin. Para zanistperestî di qirkirina xwezayê de pareke çawa ye?

Di destpêka civakbûyîn de ji bo aqlê analîtîk a însan ji rê dernekeve, encamên derveyî berjewendiyên civakê dernekeve exlaqeke civakê hebû. Exlaqa civak her tiştî diyar dikir. Di roja me îro de li ser navê exlaqa civakî tu tiştek nehiştin. Niha hilbêrînên teknolojîk bê sînor in. Kî van sînoran diyar dike? Desthilatdar dike. Civak bixwe ji bo pêdiviyên xwe biryaran nade. Mînak pêdîviyên civakê bi çekên nûkleer nîne. An jî pêdîviyên civakê bi hilberînên bê sînor nîne. Mirov ji berçiya dimirin, hîn nikarin zikê xwe têr bikin lê behsa tûrîzma feza ya bi hezaran milyon dolaran dikin. E, ev ne pêdîviyek e. Dema hilberînên teknolojîk ji destê civaka exlaqî derkeve, bi yek destî bê rêvebirin li wêderê karesatek çêdibe. Niha li gelek cihan fabrîkayan çêkirine, venerîna wan nayên çêkirin. Hemû xwezaya me bi vî şiklî talan dibe. Daristanan dişewitînin, avên vewxarinê xira dikin. Mînaka herî girîng jî Efrîn e. Pêdîviyên wan nîne lê hemû daran qût kirine, daristan nehiştin. Ev karesatek e. Hemû daran xist bin xizmeta xwe. Erdnîgariyê bi vî şiklî diguherînin.

Armancên siyasî dikeve nav zanistê.

Armanca siyasî û xwesteka desthilatdarî çi be li gorî vê yekê pêşketinên zanistê çêdibin. Ewqas erdhej çêdibin, şewat derdikevin, lê ji aliyekî ve ev S.O.S ango alarmeke xwezayê ye. Xweza adeta qîr dike. Zanisteke ekolojîk em ê çawa ava bikin? Divê em bêhtir li ser vê nîqaş bikin?

Hûn wekî alternatîf behsa Jineolojî dikin. Jineolojî li hemberî zanistperestiyê tiştekî çawa pêşniyar dike?

Jineolojî li hemberî hemû zanistperestiyan disekine û li hemberî pêşveçûnên teknîkî bi çavekî jinê mêze dike. Yanî tenê li ser qada jinê naraweste. Lê çima bi çavê jinê? Ji ber ku rastiya jinê li hemberî xwezayê hesas e, li hemberî civakê berpirsiyar e, li hemberî pêdiviyên civakê re xwedî hêzeke pêşeng e. Di roja me îro de jî li hemberî pirsgirêkên zanistperestî mêzekirineke jineolojîk ava dike. Di her baskê wê de em ê xwe çawa rexistînî û bisazî bikin polîtîkayên taybet ava dike.

Em werin mijara olperestî. Lê beriya nîqaşê ez dixwazim em zelal bikin. Ol çi ye, olperestî çi ye? 

Em ji bo giştî jî wiha pênase bikin. Tiştên em rexne dikin em li dijî wê ne, ne zanist e, ne ol e, ne netew e ne jî zayend e. Zanist ji bo pêdiviyên civakê rastiyek e. Ol ji bo bawerî û manewiyata civakê pêdîviyek e. Netew nasname û statûyeke civakê ye. Zayend jî rastiya civakî ye. Mirov dikare bêje tu civak xwe ne bêzanist hiştine, nebê netew an jî bêol hiştine. Dema em olperestiya pergalê dinirxînin wekî ku em li dijî olan in tê nîşandan. Hindek hişmendiyên ku sosyalîzma pêkhatî avakirine jî hene. Mesela di dema xwe de gotin ol mîna afyon e -hişbir- mirovan ditevizîne. Hindek nêzîkatiyên anarşîstan hebû. Weke tevger em tu carî ne baweriyan dixin nîqaşê ne jî li gorî baweriya mirovan nêzîkî wan dibin. Jixwe sosyalîzm pratîzekirina hemû dewlemendî çawa bihev re bijîn e. Lewma ol tiştên civak ava kiriye, pîroz dîtiye ye. Di dema neolotîkê de civak jinê pîroz didît, baweriya Star hebû, li gorî jinê baweriya xwe pêş dixistin. Piştre olên yek xwedayî derketine. Di nav olan de jî nîqaşên cuda cuda derketine. Di nav xwe de li hev nekirine, beş beş bûne. Civak bê ku pergala desthilatdarî pêş bikeve vana hemûyan di nav xwe de dihewand. Rêzgirtinek hebû, kî ji çi bawer bike rêzdar bûn.

Di roja me îro de ne wiha ye. Di nav olan bixwe de şerên pir dijwar diqewimin. Em dikarin girêdayî aqle olperestî bikin?

Pergala dewletdar bê ol nikare li ser piya bisekin. Her dewlet li gorî berjewendiya xwe ji xwe re olekî hildibêjere. Vê olê wekî amûrekî li ser civakan dişûxilîne. Dema ku civak li dijî dewletê derdikeve wekî ku li dijî olê derdikeve nîşan dide. Tu dewlet heta îro bê ol nemşiyaye ji îro şûn de jî nameşe. Di mantiqê dewlet de ji ol qûtbûyîn nîne. Gelek dewlet xwe laîk pênase dikin. Laîk çi ye? Qaşo karê ol û rêvebirin ji hev cuda ye. Ev derewek e. Tu dewletek laîk nîne. Piranî dewletên Ewrûpî xwe wiha nîşan didin. Dewletên Ewrûpî Mesîhî bikar tînin. Hetta di hêla mezheb de Îngîlîz ji xwe mezhebên taybet ava kirine. Ya herî trajîkomîk jî Tirkiye ye. Li gorî makezagona Tirkiye Dewleteke laîk e. Lê em dizanin, hemû hikûmet ol şixûlandin. Rêveberiya AKP bi rêka Îslama kesk civakê çawa dişûxilîne dibînin.  Bi Îslamiyeta kesk re Îslamiyetê bi dewletê re kirine yek. Olê bi dewletê re yekkirin li Rojhilata Navîn pir pêş ketiye. Dewlet xwe wekî nûnerên xweda dibînin. Vana bi polîtîkayên cur bi cur re kirin. Mezheban şixûlandin. Bi pevçûna Şîa û Sûnnî re vê yekê kirin. Di nav mezheban de dabeşkirin heye. Kîjan mezhebê serwer be şerê vê kirin. Me dît qetlîama Elewiyan çawa dikin, çawa zindî zindî Elewiyan dişewitînin. Helbet li gorî pêvajoyan van polîtîkayên xwe guhertin. Hindek pêvajo wekî Îslamiyeta reş hate pênasekirin. Bi zext û zorê Îslamiyetê pênase kirin. Pergal hindek rêxistinan ava kir. Armanca wan qaşo dewleteke Îslamî ye. Mînakên wan jî El Qaîde ye, El Nûsra ye, DAIŞ e. Ya din jî Îslama Kesk e. Rûyê nerm a polîtîkayên dewlet a Îslamiyetê ye. Wekî proje jî li Rojhilata Navîn AKP hate avakirin. Bi destê emperyalîzma derve ve hat avakirin. Xwe wekî nûnerê Îslamiyetê nîşan dide ji ber ku li Rojhilata Navîn Îslamiyet ji hêla hemû gelan ve tê qebûlkirin. Mirov dikare bibêje ji bo tu emperyalîzma xwe bidî qebûlkirin divê tu xwedî li baweriya gelan jî derbikevî. Dît ku bi polîtîkayên hişk û reş nikare xwe bide qebûlkirin. Vêcarê rûyê xwe nerm kir. Dibêje erê ez Îslamiyetê dipejîrinim lê ez ê olperestiyê jî di nav civakê de zirav zirav bihûnim da ku civak pê nehese. AKP wekî rol modeleke li tevhaî Rojhilata navîn hat nîşandan ku hemû modelên netewe dewlet ji nû ve bên tenzîmkirin.

Em koka ola temaşe bikin, di hemû ol û baweriyan de tiştên fêr dike, hişyar dike tiştên pir sade ne. Bingeha wan hemûyan eynî ye û tiştên exlaqî ne. Lê di roja me îro de we jî behsa faşîzma AKP ya bi Îslama Kesk re dike kir. Bi xwe re tevgerek dan destpêkirin. Em ji cil û berg bigirin, heta dan û standin, têkiliyên bi cîranan re jî guhertinek heye. 

Olperestî jixwe tam jî ev e. Li gorî berjewendiya desthilatdariya xwe dizaynkirin dibê olperestî. Mesela AKP îslamiyetê çawa şixûland. Li gorî mantiqê xwe tarîkatan ava kir, pêşiya tarîkatan vekir, li gorî mantiqê xwe yê Sûnnî rêxistin û saziyên xwe di nav civakê de di bin navê tarîkat, weqif, komaleyan, mekteban de vekir. Pêşiya hindek cemaetan vekir. Niha xwe li derveyî van nîşan dide lê pêşiya cemaetên wekî Gulen, Menzîl û hwd. vekir. Moda û terzê jiyana xwe ava kirin. Jina model ava kirin. Derdê me ser vekirî, ser girtî jî nîne. Lê ev modela ku AKP pêş xistiye. Naxwe dayîkê me hemû ser girtî ne. Di Rojhilata Navîn de wekî çand piranî jin serê xwe digrin lê AKP wekî modeleke xwe pêş xist. Jina ku AKP dixwest divê jin li gorî vê modelê serê xwe bigre, bibe jina malê, çawa îbadetî xwedê dike divê ji zilamê xwe re jî îbadet bike. Li gel van jî wê çend zarokan bînin vê jî ji jinan re diyar kirin. Jina oldar û baş a AKP ev model e. Li hemberî van pêkanînên olperestî helbet dijberî jî çêdibin. Mînaka herî baş Serhildana Jin Jiyan Azadî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû. Qaşo polîsên exlaqê ji bo ku pêkanînên Îslamê binpê kiriye Jîna Emînî qetil kirin. Civak dît ku ol tiştekî ewqas erzan nîne. Civak vê rastiyê, ol û olperestiyê ji hev derxistiye. Jin li gorî olê metayeke cînsî ye. Ji bo dilê zilam xweş bike divê kar û xebat bimeşîne. Dema jin serî radikin gelek gotin jî hene ku ji bo wan bi kar tînin. Mînak dibêjin, "ledan ji cennetê derketiye, jin wekî erdê we ye; hûn çawa dixwazin wisa bajon. Jin bikene, mûyek porê wê derkeve guneh e." Ji bo tirs û xof bixin dilê jinan wiha dişûxilin. Em di van saziyên olperest de jî hemû têkiliyên qirêj, nêzîkatiyên cînsî yên qirêj dibînin. Mesela di tarîqatên ku dane rûnişkandin de derket ku tecawûz û îstîsmara zarokan heye. Di temenê biçûk de zewicandina keçan heye. Tacîz û tecawûza xortan heye. Gelek zarok xwe kuştin. Li ser jî nesekinîn, serê wan girtin. Li Rojhilat polîtîkaya Sîxe heye. Kî dike? Mela dikin, zilamê wan ên oldar dikin. Li gelek cihan fetwa didin lê ev fetwa ne ya ol e, ya desthilatdaran e. Melayekî Tirkiye got, "ger jinek cilê vekirî li xwe bike, em nikarin tecawûzkirina vê jinê guneh bibînin." An jî gotin, "ger jin ji gotina mêrê xwe derbikeve em lêdana jinê caîz dibînin." Bi pêvajoya hilbijartinên Tirkiyê re hindek nîqaş pêş ketin. Kesên ku qaşo xwe oldar dibînin, qanûnên malbatê xistin nîqaşê. Qanûnê malbatê çi ye? Mafê jinan ên hatine qebûlkirin in. Ev kes van mafan derveyî olê dibînin, guneh dibînin. Nûnertiya vê nêzîkatiyê kî kir? Partiya Refah kir, Partiya Hizbûllah û AKP kir. Jixwe Partiyên netewperest jî bi olperestî re girêdayî ne. 

Pîvanên civakê qebûl nakin. Pîvanên şerîatê qebûl dikin lê ev şerîat jî ne ya Îslamiyeta rast e.

Derketina destpêk a Îslamiyetê bi hevpeymana Mêdîne re çêbû. Hevpeymana Medîne hevpeymaneke civakî ye. Li wir çi nîqaş dikin? Hemû bawerî, mezheb û gel bi hev re çawa bijîn vana nîqaş dikin. An jî Camîî. Wekî meclîsa gel e. Jin jî zilam jî diçin, pirsgirêkên civakî nîqaş dikin. Lê dema desthilatdariya Îslamiyetê destpê dike her tiş tê berevejîkirin. Niha wiha tê nîşandayîn wekî ku Îslamiyet bi herkesî re di nav şer de ye. Rewşa Filîst li ber çav e. Vê pirsgirêkê wekî pirsgirêka Îslamiyetê nîşan didin lê pirsgirêka desthilatdarî ye. An jî şerê mezheban derxistin lê ev jî pirsgirêkên desthilatdarî ye. Nêzîkatiyên li hemberî Ermenî, Sûryanî girêdayî vê desthilatdariyê ye. Mantiqê desthilatdarî yek reng, yek tîp, yek ol e. Ev ol jî Îslamiyeta di bin tehakkûma desthilatdariyê ye. Ev li Tirkiye dibe Îslama Sûnnî, li Îranê dibe Îslama Şîa. Yanî civak çawa berdin hev, bi hevdu re bidin şerkirin, ji hev bidin xeyidandin, jin û zilam çawa wê bibin dijminên hevdu taybet li ser van dişûxilin.