Li Kerkûkê ji bo 25’ê Mijdarê semîner hat dayîn
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, li Kerkûkê semîrek hat dayîn.
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de, li Kerkûkê semîrek hat dayîn.
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de li avahiya Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ya Kerkûkê bi beşdariya jinan û ciwanan bi ser navê ‘Li Dijî Reşkujiya Jinan, bi Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî wê Têkoşîna me Bidome’ semînerek hate dayîn. Di semînerê de qala cûrên tundiya li ser jinê hate kirin. Semîner ji aliyê çalakvana mafên jinan û endama RJAK’ê Şadî Semed ve hate dayîn.
Çalakvana mafên jinan û endama RJAK’ê Şadî Semed di semînerê de got: “Dagirker bi rêya televîzyon û rêzefîlman li vê herêmê zihniyeta xwe ferz dikin. Hişê xelkê me jehrî dikin û bi rehetî dikevin nava her mal û ferdên civakê. Civaka ne hişyar, ji tiştê ku li ser tê kirin zû bandor dibe. Ji ber ku desthilatdariya heyî di bin kontrola polîtîkaya dijberan de ye. Cihên ku ji bo kirîn û firotina jinan hatine avakirin ji aliyê rayedaran ve bi hêsanî dikarin bên rawestandin. Lê tu gav nayên avêtin.”
Şadî di semînerê de qala cûrên tundiyê kir û wiha berdewam kir: “Madeyên tiryakê xeteriyeke din a li ser ciwanan e. Armanca desthilatê ew e ku beşê herî girîng yê civakê ku ew jî ciwan in û di hemû guhertinan de xwedî rol in, bêhiş û mat bikin. Lê belê ev rola girîng bi madeyên hişber, cixare, kirîn û firotina jinan, mijûlkirina wan bi bêkarî û bi koçberiya ciwanan ji holê hatiye rakirin.”
Di dawiya semînerê de Semed diyar kir ku jin her roj tên qetilkirin û got ku êrîşên rojane ku ji aliyê dagirkeriyê ve li dijî gel tên kirin, bi heman hişmendiyê ye ku bi awayên cuda li dijî jinan jî têne kirin.