HEDEP wê ji ber Girtîgeha Sîncanê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê bike
Meclîsa Jinê ya HEDEP'ê wê ji ber Girtîgeha Sîncanê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê bike.
Meclîsa Jinê ya HEDEP'ê wê ji ber Girtîgeha Sîncanê dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê bike.
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) wê bi dirûşma "Em dest jê bernadin, em li her derê ne" 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê bi çalakiyan pêşwazî bike.
Meclîsa Jinê ya HEDEP'ê wê li Kurdistanê jî tevlî çalakiyên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Tirkiyeyê jî beşdarî çalakiyên rêxistinên jinan bibe.
Meclîsa jinê ya HEDEP'ê wê di 20'ê Mijdarê de li ber Girtîgeha Sîncanê ku Doza Kobanê lê pêk tê, dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê bike. Meclîsa Jinê ya HEDEP'ê wê nîşan bide ku ew bi wan jinan re ye ku di Doza Kobanê de têne darizandin. Ji bo 25'ê Mijdarê Koma Parlamentê ya HEDEP'ê ya Jinê wê ji jinan re bê veqetandin.
Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari wê roja Şemiyê beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bibe, li Hatayê jî serdana jinên mexdûrên erdhejê bike.