JIN
Hemû Nûçe
-
'Gerîlayên jin di şer de bi rola pêşengiyê rabûn'
Fermandar Hêjar Zozan got, "Çalakiyên YJA Starê ne tenê li Heftanînê bûn. Li Xerzanê, Botanê, Zagrosê û gelek cihên din hevalê jin bi xurtî tevlî çalakiyan bûn. Ji aliyê profesyonelbûna hevalên jin ve îsal pêngavên gelekî cuda yên taktîkî hebûn." -
Li Kibrisê sûcên şer ên li Efrînê hatin protestokirin
Sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê li dijî jinan kiriye, li Kibrisê hate protestokirin. -
Sûcên şer ên li ser jinên Efrînê li Romayê hate protestokirin
Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de sûcên şer ên li dijî jinan hate protestokirin. -
Dagirkirina Efrînê li sê bajarên Fransayê hate protestokirin
Li bajarên Rennes, Marsîlya û banliyoya Evry a Parîsa paytexta Fransayê Kurdistaniyên daketin qadan, kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk ên li Efrînê protesto kirin. -
Li Freîbûrg, Oldenbûrg, Kîel û Munîhê gel ji bo Efrînê daketin qadan
Li bajarên Freîbûrg, Oldenbûrg, Kîel û Munîhê yên Elmanyayê gel li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li Efrînê daketin qadan. -
Kurdên li Hambûrgê ji bo Efrînê daketin qadan
Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê bi çalakiyekê xwedî li Efrînê derketin. Hovîtiya dewleta Tirk hate şermezarkirin. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Mûrat Yildiz ê 26 sal berê hatibû windakirin pirsîn
Dayikên Şemiyê vê hefteyê di çalakiya xwe de li aqûbeta Mûrat Yildiz ê berî 26 salan hatibû windakirin, pirsîn. Dayika Yildiz Hanîfe Yildiz got: “Ez tenê gorekê dixwazim.” -
Kongreya Star, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir
Koordînasyona Kongreya Star a Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir got: “Em xwe li ser felsefe û ramaneke netewî ya demokratîk rêxistin bikin, çand, ziman û erdnîgariya xwe diparêzin.” -
Li Swêdê sineta jinan van 5 salên dawî zêde bûye
Saziya jinan a bi navê Existera ku li dijî sineta jinan têdikoşe ragihand li Swêdê van 5 salên dawî jin an jî zarkeçên ku hatine sinetkirin du caran li xwe zêde kiriye. -
TJA: Heta dawî em ê ziman, çand û hebûna xwe biparêzin
TJA têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê diyar kir ku asîmlasyon di wateya şerm û xespkirinê de ye û got: “Heta dawî em ê ziman, çand, hebûn û azadiya xwe biparêzin. -
Milîsên KDBH'ê mînîbusa polîsan îmha kirin
Milîsên Tolhildanê yên Şehîd Sema Koçer ên KBDH'ê, li Edeneyê bi teqemeniyê li dijî mînîbuseke polîsan çalakî kirin. -
Li Stenbolê polîsan nehişt komkujiya jinan were şermezarkirin
Polîsên Tirk nehiştin ku bi pêşengiya Meclîsa Jinan a HDP'ê û wekîlan li dijî komkujiya jinan li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyanî were dayin. -
Komeleya Jinan a Rosa: Ev qirkirina jinan e û polîtîk e
Komeleya Jinan a Rojsayê ji bo Gulîstan Şaylamez ku li Amedê bi destê birayê xwe ve hate kuştin daxuyanî da û got, ''Ev qirkirina jinan e û polîtîk e.'' -
TJK-E ji bo jinên Efrînê wê bimeşe
TJK-E 20'ê Sibatê ji bo jinên Efrînê bimeşe û bang li her kesî kir ku tevlî meşa sibe ya ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê bibe. -
Jinan li Dûîsbûrgê name ji bo NY’yê re şandin
Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel a li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê ji bo rakirina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, name ji NY’yê re şand. -
Dayikên Aşitiyê: Hêza çareseriyê Rêberê Gelê Kurd e
Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê ya Stenbolê diyar kir ku çareserî dikare bi Rêberê Gelê Kurd pêk were, biryar hate dayîn ku di pêvajoyên bê weke şandeyekê civînan bikin. -
Li Dîlok û Antalyayê 2 jin hatin kuştin
Li navçeya Şahînbey a Dîlokê Alî Huseyîn, Nûr Cemîl Huseyîn a pê re zewicî bû bi êşkenceyê qetil kir. Li Antalyayê jî diyetisyen Gamze Kaçar Bozkûrt ji aliyê Yûsûf Onûr Kaan Bozkûrt ê pê re zewicî bû bi çekê hate kuştin. -
YJA STAR: Em ê jinan bi tenê nehêlin
Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê Şerda Mazlûm Gabar diyar kir ku jin dema li dijî pergala mêrserwer têdikoşin divê ji xwe bawer bin û got "Divê bizanibin ku wê YJA STAR tu carî wan bi tenê nehêle." -
Ji bo ‘darezandina dîktator’ li Kolnê stand hate danîn
Meclîsa Jinan a Viyan li Koln a Elmanyayê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ standek ya îmzeyan danîn. -
Astengiya polîsan a li pêşiya çalakiya 'Xeleka ji mirovan' hate şermezarkirin
Endamên TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û rewşa jinên ku xwe parastine, xwestin 'Xeleka ji mirovan' ava bikin, lê belê polîsên Tirk asteng kirin. Jinan bi tilîliyan astengî şermezar kirin. -
CFWIJ: Dewleta Tirk polîtîkaya tepisandina rojnamevanan dimeşîne
Koalîsyona Jinê ya Rojnamevaniyê (CFWIJ) diyar kir ku divê rojnamevanên jin hemû bên berdan û ragihand, ku dewleta Tirk bi girtinê û rê û rêbazên cuda li dijî rojnamevanan polîtîkaya tepisandinê dimeşîne. -
KBDH'ê li Bebekê yatên luks îmha kir
Milîsên Aynûr Yaşli yên KBDH'ê li Bebek a Stenbolê du yatên luks îmha kir. -
Li Kocaelî û Amedê 2 jin hatin kuştin
Li Kocaeliyê Hacer Çetîn, li Amedê jî Gulistan Şaylemez hatin kuştin. -
Platforma Jinê û HDP’ê peyameke berxwedanê ya hevpar dan
Platforma Jinê ya Enqerê serdana HDP’ê kir. Nûnerên Jin, li dijî êrîşên desthilata AKP-MHP’ê bal kişand ser girîngiya hevparbûnê. -
Li Manîsayê 2 jin hatin kuştin
Li Alaşehîrê Suleyman Ozcan bi çekê jina bi navê Raziye Ozcan a ku pê re zewicîbû kuşt. Piştre jî kurê wî Huseyîn Ozcan dapîra xwe Karanfîl Ozcan û bavê xwe Suleyman Ozcan kuşt.