Kongreya Star, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir

Koordînasyona Kongreya Star a Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir got: “Em xwe li ser felsefe û ramaneke netewî ya demokratîk rêxistin bikin, çand, ziman û erdnîgariya xwe diparêzin.”

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya ku ji hêla UNESCO ve, ji bo parastina pirengiya çand û zimanan hate ragihandin, em Meclîsa Perwerdê ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  vê rojê  li hemû ziman, çand û neteweyan pîroz dikin.  Ji ber ku em li Rojhilat û Bakurê Sûriyê li ser fikir û felsefeya neteweya demokratîk xwe bi rêxistin dikin û bi armanca tevlîbûna hemû netewe, ol û pêkhateyan parastina çand, ziman û erdnîgrîyê dikin. Di vê derbarê de bi avakirina gewdê hişmendiya neteweya demokratîk a ku di sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şêneber dibe û di banê vê rêveberiyê de her pêkhateyekî cihê xwe di nav de girt. Yek ji erkên bingehîn û girîng yê vê rêveberiyê ew bû vejînkirina zimanê dayikê ya ku heta niha bi dayikên me bi rêka helbest, çîrok, folklor û jiyana rojane hatibû parastin, lê belê perwerdeya wê  ji hêla sîstemên dewlet ve hatibû qedexekirin. Wekî dayik û hestên dayikbûnê rolek pir mezin û girîng di parastina zimanê kurdî de lîst. Ew jî wekî wêneyeke rengîn tê dîtin dema ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re hejmarek pir mezin ji jinan di nava qada perwerdê de cih girtin. 

Rêber APO jî di derbarê vê yekê de, vê şiroveyê dike; ‘Em bi awayekî giştî dikarin çand û ziman weke yekparbûna tevahiya manedan û avahiyên civaka mirov di pêvajoya dîrokî de pêkaniye, bidin naskirin.’

Di dawî de, ji bo misogerya mafê nher netewe û pêkateyan em Meclîsa Perwede ya Kongreya Star vê rojê li tevahiya dayikan û parêzvanên zimanan pîroz dikin.”