'Gerîlayên jin di şer de bi rola pêşengiyê rabûn'

Fermandar Hêjar Zozan got, "Çalakiyên YJA Starê ne tenê li Heftanînê bûn. Li Xerzanê, Botanê, Zagrosê û gelek cihên din hevalê jin bi xurtî tevlî çalakiyan bûn. Ji aliyê profesyonelbûna hevalên jin ve îsal pêngavên gelekî cuda yên taktîkî hebûn."

Ji fermandarên YJA Starê Hêjar Zozan ku tevlî civîna Konseya Fermandariyê ya HPG'ê bû, ji ANF'ê re qala hêza pratîkê ya YJA Starê kir.

Zozan diyar kir ku YAJ Starê bi çalakiya Sema Koçer a li Serhedê dest bi sala 2020'î kir û got, "Vê çalakiyê nîşan da ku sal wê bi çi rengî derbas bibe. Hevala Sema sala têkoşînê da destpêkirin."

Di civîna we de pratîka YJA Starê di kîjan çarçoveyê de hate nirxandin?

Di civîna me de pratîka salekê ya HPG'ê hate nirxandin. Bêguman di nav de pratîka hevalên jin yanî ya YJA Starê jî hate nirxandin. Nirxandinên xurt û berfireh hatin kirin, ji ber ku di sala 2020'î de milîtanên YJA Starê di şer de bi rola xwe rabûn. Pêşengê mîna Sema Koçer, Esmer û Zelal derketin holê.

Salê bi çalakiya hevala Sema Koçer a li Serhedê dest pê kir. Ya rast, ji vê çalakiyê hate fêhmkirin bê salê çawa derbas bibe. Hevala Sema sala têkoşînê da destpêkirin. Piştre li Heftanînê pêvajoyeke şer dest pê kir. Di Cenga Heftanînê de hevalên jin bi rola pêşengiyê rabûn. Bi taybetî yekîneya xweser a bi fermandariya hevala Esmer bandoreke xurt kir û li Heftanînê bi lehengî şer kir. Ji bo her kesî bû çavkaniya sûdwergirtinê. Bi taybetî li qada Serhildanê pêşketinên girîng Çêbûn. Her wiha ji cihên cuda jî piştgirî hate dayin. Vê yekê jî moraleke mezin da hevalên jin.

Weke ku tê zanîn di vê salê de gelek çalakiyên hevalên jin pêk hatin. Bêguman çalakiyên YJA Starê her tim dibûn. Ev yek tê fêhmkirin, ku jin çiqasî profesyonel bibe, ji aliyê leşkerî ve xwe çiqasî xurt bike û bibe xwedî branş, ewqasî jî zêde çalakiyan li dar dixe. Ev çalakî di heman demê de divê weke tolhildana jinê jî bê nirxandin. Ji ber ku sala derbasbûyî li kurdistanê dijmin êriş birin ser gelek jin ên ciwan. Dest avêtin keç û zarokan. Ev çalakî di heman demê de hilanîna tola wan e. Lewma di bilindkirina têkoşînê û lidarxistina çalakiyan de roleke xwe ya diyarker heye.

Bêguman çalakiyên YJA Starê ne tenê li Heftanînê hatin lidarxistin. Li Xerzan, Botan, Zagrosê û gelek deverên din hevalên jin bi xurtî tevlî çalakiyan bûn, çalakî li dar xistin. Ji aliyê profesyonelbûna hevalên jin ve îsal pêngavên cuda yên taktîkî hatin avêtin. Bi taybetî hevala Doga Zîlan hem bi rengê fedayî hem jî ji aliyê taktîkî ve di mijara şerê hewayî ve pêşengî ji gerîla re kir û bandoreke mezin kir. Ev hevalên me, pêşengên me mîrateyê ji me re dihêlin. Li ser vê bingehê di civîna me de jî asteke xurt hate bidestxistin. Li ser bingeha vê danhevî û tecrûbeyê, wezîfeyeke li pêşiya me ye ku di sala 2021'ê de bi roleke mezin rabin, bi xurtî tevlî bibin. Bêguman em ê hîn bi xurtî di sala 2021'ê de tevlî bibin, rola xwe hîn bi xurtî bi cih bînin û li gorî vê yekê îdîaya xwe mezin dikin. Pêvajoyeke berfireh a pratîkê derbas bû. Lê belê em pratîka xwe têrker nabînin. Gelek tiştên din dikarin bên kirin, me dikarîbû hîn bi xurtî tola şehîdên xwe hilînin. Di vê mijarê de kêmasiyên me hene. Beriya her tiştî Rêberê me hîn li zindanê ye û ti têkilî pê re nîne. Ji ber vê yekê divê em têkoşînê xurtir bikin. Biryardariyek di vê astê de derketiye holê, ev biryardariya me wê mohra xwe li sala 2021'ê bixe. Em ê li ser vê bingehê tevlî bibin.

Peyama we ji bo jinan çi ye?

Bi wesîleya civîna me ez dixwazim bi taybetî bang li jin ên ciwan bikim: YJA Star beriya her tiştî hêzeke jinan e. Li ku derê êriş li dijî jinê bê kirin, YJA Star li wê derê jinê diparêze. Heta ji destê me bê em ê vê yekê hîn bi xurtî pêk bînin. Lê belê divê jin ên ciwan jî hîn bêhtir tevlî nava refên gerîla bibin. Ji bo xwe biparêze, xurt bike û li dijî êrişên faşîzmê xwe biparêzi divê tevlî nava refên YJA Starê bibin, ji her alî ve xwe xurt bikin, bersivê bidin her cûre êrişên li dijî xwe. Dewleta Tirk gelekî êrişî mirovên bêparastin dike. Lê belê eger jin xwe xurtir bike, dikare bersiveke hîn bi hêz bide. Ji bo vê jî bang li jin ên ciwan dikim ku tevlî nava refê YJA Starê bibin, ji jin ên ciwan hemûyan re di têkoşîna wan de serketinê dixwazim.