Ji bo ‘darezandina dîktator’ li Kolnê stand hate danîn
Meclîsa Jinan a Viyan li Koln a Elmanyayê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ standek ya îmzeyan danîn.
Meclîsa Jinan a Viyan li Koln a Elmanyayê di çarçoveya kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ standek ya îmzeyan danîn.
Di çarçoveya kampanya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) a ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ li Bahnhofvorplatzê standek hate danîn.
Meclîsa Jinan a Viyan stand danî û bi sedan îmze kom kirin, derbarê kampanyê derdor agahdar kirin.
Hevberdevka Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê Kezban Dogan li ser xebatên xwe aivî û got: “Di her şert û mercan de hewl didin îmze kom bikin. Me bi hezaran îmze berhev kiriye. Di mijara kampanyayê de hem kîtleya xwe hem jî raya giştî agahdar dikin. Em nêzîkatiyên baş digirin. Xebatên me didomin. Bang li her kesê dikin ku ji bo qirkirina jinê di qada navneteweyî de weke qirkirin bê qebûlkirin, bihêz xwedî li kampanyê derkevin.”