Li Kocaelî û Amedê 2 jin hatin kuştin

Li Kocaeliyê Hacer Çetîn, li Amedê jî Gulistan Şaylemez hatin kuştin.

Li navçeya Golcuk a Kocaeliyê Hacer Çetîn, li Amedê jî Gulistan Şaylemez hatin kuştin.

Hacer Çetîn li navçeya Golcuk a Kocaeliyê, ji aliyê Halîm E. ve ku dixwest jê cihê bibe, bi çekê hate kuştin.

AMED

Li kolana Lîse 4 a li pêşberî Edliyeya Amedê jî Gulistan Şaylemez ji aliyê mêrekî ve hate kuştin.

Gulistan Şaylemez a 20 salî li navçeya Yenîşehîr a Amedê li taxa Çamlicayê ji aliyê mêrekî nehate naskirin ve bi çekê hate kuştin. Kujer ji cihê bûyerê reviya.