Platforma Jinê û HDP’ê peyameke berxwedanê ya hevpar dan
Platforma Jinê ya Enqerê serdana HDP’ê kir. Nûnerên Jin, li dijî êrîşên desthilata AKP-MHP’ê bal kişand ser girîngiya hevparbûnê.
Platforma Jinê ya Enqerê serdana HDP’ê kir. Nûnerên Jin, li dijî êrîşên desthilata AKP-MHP’ê bal kişand ser girîngiya hevparbûnê.
Koordînasyona Jinan a berdevka Meclîsa Jinan a HPD’ê Ayşe Acar Başaran jî cihê xwe di nav de digre, di çarçoveya kampanya ‘Ji Bo Jinan Edalet’ li Navenda Giştî ya HDP’ê li Enqerê bi Platforma Jinê ya Enqerê re civiya. Di civînê de ber bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re li ser girîngiya têkoşîna hevpar axivîn.
Berdevka Meclîsa Jinan Başaran, diyar kir ku êrîş li ser têkoşîna jinê heye û got: “Jin mehkûm hejariyê tê kirin, şideta mêran li ser kêm nabe. Dîsa Peymana Stenbolê kirine hedefa xwe. Me jî tam di demeke wiha de li dijî hemû bêedaletiyê dest bi kampanyayekê kiriye.”
Başaran diyar kir ku li dijî êrîşên li ser têkoşîna jinê bihevrebûna li gel Platforma Jinê ya Enqerê girîng e.
Ji Platforma Jinê ya Enqerê Besta Ûymaz jî destnîşan kir ku herî zêde bê edaletî li ser jinê tê kirin, divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin.