Li Kibrisê sûcên şer ên li Efrînê hatin protestokirin
Sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê li dijî jinan kiriye, li Kibrisê hate protestokirin.
Sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê li dijî jinan kiriye, li Kibrisê hate protestokirin.
Li bajarê Limassol a Kibrisê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi çalakiyekê li Molozparkê sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Efrînê hate protestokirin.
Di çalakiya li bajarê Lîmassolê hatî lidarxistin de, berdevkê PYD’ê Yaşin Tergûş û siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axivîn.
Axafvanan qirkirina jinan a li Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin. Çalakî piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Efrînê”, “Faşîst Erdogan” û “Bijî berxwedana Garê” bi dawî bû.