Li Freîbûrg, Oldenbûrg, Kîel û Munîhê gel ji bo Efrînê daketin qadan

Li bajarên Freîbûrg, Oldenbûrg, Kîel û Munîhê yên Elmanyayê gel li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li Efrînê daketin qadan.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê qirkirin û êrîşa li ser Efrînê hate şermezarkirin. Çalakî li qada Alte Alte Synnagogeyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ îmze hatin komkirin.

OLDENBÛRG

Li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê jî sûcên şer ên ku dewleta Tirk li Efrînê kiribû bi meşekê hate protestokirin. Bi banga Meclîsa Jinan a Zelalê û Meclîsa Gel a Aûrîchê meş li qada Marktplatzê dest pê kir.

Kurd bi moral û coşa berxwedana Garê bi sloganên ‘Bijî berxwedana Garê’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’ û ‘Bijî berxwedana zindana’ slogan berz kirin.

Di çalakiyê de ji bo tevlêbûna konê berxwedana parastina Şengalê ya ku wê di 25, 26, 27’ê Sibatê de li Oldenbûrg Langestraasseyê bang hate kirin.

KÎEL

Li bajarê Kîelê jî bi meşekê qetlîamên dewleta Tirk û ya çeteyên wê hate protestokirin.

SKB, MLKP, FEDA, TEV-ÇAND Kîel û Înîsîyatîfa Rojava tevlî çalakiyê bûn.

 Di çalakiyê de êrîş û dagirkeriya li ser Efrînê hate protestokirin.

MUNÎH

Li bajarê Munîhê yê Elmanyayê jî çalakiya li dijî Konferansa Ewlekariyê ya NATO’yê ya ku rêxistinên çepgir ên Elman kiribû û sûcên şer ên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Di çalakiyê de wêneyên sivîlên ku dewleta Tirk ew li Efrînê kuştine û pankartên ji bo şermezarkirina qetlîaman hate hildan.