Kurdên li Hambûrgê ji bo Efrînê daketin qadan
Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê bi çalakiyekê xwedî li Efrînê derketin. Hovîtiya dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Li bajarê Hambûrg a Elmanyayê bi çalakiyekê xwedî li Efrînê derketin. Hovîtiya dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Qirkirina jinan, mirovahiyê û xwezayê ya li Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve tê pêkanîn, li Hambûrgê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakiya ku Meclisa Jinan a Rojbîn organîze kirî, li ber stasyona trenê ya li Sternschanzeyê hate lidarxistin.
Di çalakiya bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kirî de Hevberdevka Meclisa Jinan a Rojbîn Leyla Kaya axaftinek kir.
Kaya diyar kir ku cîhan li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng e û got, “Ew bêdeng bimînin jî em qet bêdeng namînin.” Kaya heman demê banga mezinkirin û xwedîderketina li piştevaniya bi Efrînê re kir.
Nivîskar Anja Flach jî di axaftinên xwe diyar kir ku tecawûz û tundiya li ser jinê ya ji aliyê rejîma Erdogan ve li Kurdistanê tê kirin bûye weke polîtîkayek a dewletê û got, “Jinek bêdeng û serî li ber wa dane dixwazin. Em bêdeng nabin û em bibin kabûsê wan. Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi devê xwe îtiraf kirin. Di serî de dewleta Fransa li ser rastiya van itirafan divê ji nû ve doz bê dîtin. Li Ewropa yek jinek Kurd yan jî mêrek siyasetmedar bê qetilkirin, qatîlê wan wê bibe dîktator Erdogan û MÎT.”
Li ser navê KNK’ê Serhat Çetînkaya jî axivî û got, dewletên ku li hemberî dagirkirina Efrînê bêdeng mayîn here wekû erê kirine.
Di çalakiya ku wêneyên jinên ji aliyê dewleta Tirk ve hatîn revanin û qetilkirin hilgirtîn de, li ser hev dirûşmeyên, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bila qetlîama Parîsê bê zelalkirin” berz kirin.