Koalîsyona Jinê ya Rojnamevaniyê (CFWIJ), li ser îdîanameya bi îdîaya "endametiya rêxistinê" li dijî nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût hate amadekirin, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de îdîaname hate şermezarkirin û hate ragihandin ku rojnamevanên girtî divê hemû bên berdan.
'ZEXT LI WAN TÊ KIRIN KU DEST JI PÎŞEYÊ XWE BERDIN'
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em rewşa têkildarî rojnamevanên girtî Şehrîban Abî û Nazan Sala ji nêz ve dişopînin. Me ragihandibû ku rojnamevanên girtî berê li koxûşerke li korîdora mêr ên edlî hatine hiştin û êşkenceyên li derveyî mirovahiyê li wan hatiye kirin. Rojnamevanên MA'yê û yên li herêma Başûrrojhilat hewl didin karê xwe bidin, bi salan bi rêk û pêk dibin hedefa zext û zordariyê. Jinnews ku yekane ajansa nûçeyan e ku temamiya nûçegihanên wê ji jinan pêk tê, bi îdîaya "endametiya rêxistina terorê" û "propagandayê" nûçegihanên wê tên girtin û sûcdarkirin. Zext li rojnamevanan tê kirin ku dest ji pîşeyên xwe berdin.
'SÛC NEKIRIN, ROJNAMEVANÎ KIRIN'
CFWIJ'ê, di dewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku rojnamevanî ne sûc e û wiha lê zêde kir: "Bi destgîrkirin, girtin û rêbazên din dixwazin rojnamevanan ji karê wan dûr bixin û bê tesîr bikin. Ev êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ye. Hempîşeyên me Şehrîban Abî û Nazan Sala, ji bo rastiyê eşkere bikin erka xwe ya rojnamevaniyê pêk dianîn, lewma hatin girtin. Wan ti sûc nekirine."