Dagirkirina Efrînê li sê bajarên Fransayê hate protestokirin

Li bajarên Rennes, Marsîlya û banliyoya Evry a Parîsa paytexta Fransayê Kurdistaniyên daketin qadan, kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk ên li Efrînê protesto kirin.

Sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê li dijî jinan sucên şer, qetlîam, tecawûz, revandin, qetlîamên xweza û çandî dikin, bi çalakiyan li Ewropayê hate protestokirin.

EVRY

Li banliyoya Evry a Parîsa paytexta Fransayê, Kurdistanî û dostên wan sûcên şer ên li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de protestokirin.

Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclisa Jinan a Evry li ber Navenda Civaka Demokratîk a Evryê derpêkirî de Eylem Varto axivî û got, “Li Efrînê sûcekî mezin ê dermirovî li Efrînê tê pêkanîn. Di serî de Ewropa divê hemû gel li dijî vê hovîtiyê bikeve tevgerê.”

Gelê ku ber bi gara Gringyê ve dest bi meşê kirî, li ser hev dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê” berz kirin.

Piştî çalakiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sekreteriya giştî ya NY’ê re name hate şandin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê jî bi çalakiyekê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Meclisa Jinan a Arîn Mîrkan li Meydana Canabîereyê kom bûn û qetlîamên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li cihên hatî dagirkirin şermezar kirin.

Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kirî de pankart, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TJK-E û YPJ’ê hilgirtin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û li ser navê NCD’ê axaftin hatin kirin.

RENNES

Li bajarê Rennes a Fransayê jî Kurd bi heman armancê li qadan bûn. Di çalakiya ku li Placa du Colonbîereê lidar xistîn de, sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinê hatin protestokirin.

Di axaftinên hatin kirin de bibîr xistin ku rayedarên Tirk piştî êrîşa Gareyê xwe ya di qetlîama Parîsê de îtiraf kirine û pêwîst e di serî de Fransa li dijî vê bikeve tevgerê.

Çalakî piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.