Dayikên Aşitiyê: Hêza çareseriyê Rêberê Gelê Kurd e

Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê ya Stenbolê diyar kir ku çareserî dikare bi Rêberê Gelê Kurd pêk were, biryar hate dayîn ku di pêvajoyên bê weke şandeyekê civînan bikin.

Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê ya Stenbolê ji bo balê bikişînin li ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan dane destpêkirin civiyan. Di civîna ku li eywana konferansê ya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bagcilara Stenbolê pêk hatî de pankarta “Em ji komploya navneteweyî re dibêjin na” daliqandin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û xizmên girtiyan jî beşdarî civînê bûn.

Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY DER) Esîn Çelîk bal kişand li ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan û got: “Em cangoriyên di greva birçîbûna salên 2018-2019’an bibîr tînin. Li girtîgehan her roja ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Bi yasaya înfazê ya nû re poşmaniyê li girtiyan ferz dikin. Girtiyên nexweş nayên berdan.”

‘HATINA GEL HEV YA DAYÎKAN GIRÎNGE’

Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Guler Bûgdayci jî destnîşan kir ku hatina gel hev a dayikan gelek girîng e û got: “Em aştiyê diparêz in. Me pêvajoyên dijwar derbas kirin û hîn pêvajoyên dijwar li pêşiya me ne. Em hemû bedelên mezin didin. Niha vê desthilatê çav berdaye ser hemû destkeftiyên gelê Kurd. Me wek dayikan tu demê negot ‘tolhildan.’ Bila her kes baş bizanibe ku dayîk her tim li cem aşitiyê cih digrin û wê her cih bigirin jî.”

Guler anî ziman ku ew ji ber operasyona li Garê pêk hatî gelek xemgîn in û got: “Zarokên Kurd û Tirkan bi zanebûn tên kuştin. Em ji dayîkên Tirk jî fêm dikin. Hêsirên çavê dayikan yek in. Em siyasetê nakin. Em ji bo aşitiyek bi rûmet û mayînde têdikoşin. Em ê ji bo vê çi bikin nîqaşan bikin.”

‘DAYIKÊN LI BER HDP’Ê BILA RABIN’

Berdevka Dayikên Aştiyê Behiya Gokgoz jî bal kişand ser gotinên şer ê Serokkomar Erdogan û wiha got: “Em ji bo wan leşkeran çûn Neteweyên Yekbûyî. Em bi saetan rûniştin û me xwest şer were qedandin. Ji me re gotin biçin çi ji destê me were em ê bikin. Nexwê armanca wan ne dawîanîna vî şerê qirêj bû. Dinyayê çavê xwe ji me re girtiye. Çareserî em in. Bila ew dayîkên li pêşberî avahiya HDP’ê rûniştine werin cem me û li gel me têbikoşin. Pergal wan li dijî têkoşîna aştiyê ya dayîkan bikar tîne. Zimanê tê bikaranîn ne zimanê aştiyê ye. Bi wî zimanî aştî nayê. Bi hêrs û tolhildanê tu iştek nayê. Bila dayikên li pêşberî HDP’ê rabin em dizanin em ê biçin kû. Bila werin em bi hev re biçin Neteweyên Yekbûyî.”

Gokgaz bal kişand tecrîda li Îmraliyê jî û got ger tecrîd were rakirin wê aştî jî were.

‘HÊZA ME YA ÇARESERIYÊ RÊBERÊ GELÊ KURD E’

Piştre dayikên beşdarî civînê bûn axivîn û ji bo têkoşînek divê çawa were birêvebirin pêşniyarên xwe kirin û ew weke hêza çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibînin û divê li dijî tecrîda li ser wî li qadan têkoşîn were dayîn. Dayîkan got li gel zextan jî divê têkoşîna aşitiyê were mezinkirin.

Piştre pêşniyar hatin nirxandin û biryara di rojên pêşiya me de wê dayîk wek şandeyekê bi nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û hiqûqnasan re hevdîtinan bikin û hevdîtinên dîplomasiyê jî werin kirin. Dayîkan got ew ê di rojên pêş de dest bi hevdîtina bikin.

Civîn bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.