Li Dîlok û Antalyayê 2 jin hatin kuştin

Li navçeya Şahînbey a Dîlokê Alî Huseyîn, Nûr Cemîl Huseyîn a pê re zewicî bû bi êşkenceyê qetil kir. Li Antalyayê jî diyetisyen Gamze Kaçar Bozkûrt ji aliyê Yûsûf Onûr Kaan Bozkûrt ê pê re zewicî bû bi çekê hate kuştin.

Li Tirkiyeyê ku rojane 5 jin tên kuştin, îro 2 jin li pey hev hatin qetilkirin.

Li navçeya Şahînbey a Dîlokê, li taxa Beydelliyê, Alî Huseyîn (38) ê ji Sûriyeyê, Nûr Cemîl Huseyîn (35) a pê re zewicî bû, piştî ku êşkence lê kir bi kêrê qetil kir.

Hate ragihandin ku bûyera kuştinê li pêş çavên 5 zarokên wan hatekirin û piştî ku zarokan kirin qîrînî xizmên wan ên li qatê jorê diman pê hesiyan.

Kujerê ku piştî bûyerê reviya hîn jî nehatiye girtin.

ANTALYA

Li Antalyayê diyetisyen Gamze Kaçar Bozkûrt (38) ji aliyê doktor Yûsûf Onûr Kaan Bozkûrt ê pê re zewicî bû bi çekê hate kuştin. Kiryar piştre dawî li jiyana xwe anî.