Astengiya polîsan a li pêşiya çalakiya 'Xeleka ji mirovan' hate şermezarkirin

Endamên TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û rewşa jinên ku xwe parastine, xwestin 'Xeleka ji mirovan' ava bikin, lê belê polîsên Tirk asteng kirin. Jinan bi tilîliyan astengî şermezar kirin.

Meclîsa Jinê ya Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinê ya Azad (TJA) di çarçoveya kampanya 'Destpêkê edalet' ji bo balê bikişînin ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û lêgerîna bi rengê tazîkirî li girtîgehan, her wiha ji bo dengê jinên xwe parastine bidin bihîstin, xwestin 'Xeleka ji mirovan' ava bikin.

Beriya çalakiya li qada Deriyê Çiyê, polîsan bi wesayitan dor li qada çalakiyê girtin.

Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosûn û Dersim Dag jî di nav de jinên ku li qadê li hev civiyan, ji aliyê polîsan ve bi du koman hatin dorpêçkirin. Polîsan bi hinceta ku 'walîtiyê destûr nedaye' û 'şewbê' pêşî li çalakiyê girtin.

Di navbera jinan û polîsan de demeke dirêj nîqaş hate kirin, lê encam jê derneket. Jinan demekê li qadê ma û bi tilîliyan astengî şermezar kirin.