JIN
Hemû Nûçe
-
TJK-E: Em ê bi coşa 8'ê Adarê Newrozê pîroz bikin
TJK-E'yê çalakiyên 8'ê Adarê silav kir û got, "Em ê bi ruhê 8'ê Adarê Newrozê pîroz bikin. Niha dem dema azadiyê ye, dem êdî dema jinê ye." -
Li Silêmaniyeyê wê sibe Şêwra Jinên Kurd pêk were
Komîsyona Jinan a KNK'ê û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê wê sibe li Silêmaniyeyê li ser rewşa jinên Kurd şêwrekê lidar bixin. -
'Têkoşîna me ji bo azadiya hemû jinan e'
Ji fermandarên Pêngava Bazên Zagrosê Gulan Avaşîn li ser 8'ê Adarê got, "Têkoşîn û şerê me ji bo azadiya hemû jinan e. Em xwe li hember azadiya her jinekê berpirsyar dibînin û dixwazin jinan hemûyan ji êşên dikişînin rizgar bikin." -
Ji bo piştevaniya 13 jinan çalakî hate lidarxistin
Ji bo piştevaniya 13 jinên ku di Doza Kobanê de têne darizandin, Meclîsa Jinan a HDP'ê daxuyaniyek da. -
Li Başûrê Kurdistanê jin têne qetilkirin, kujer nayên cezakirin
Di demê dawî de li Başûrê Kurdistanê bi awayekî guman û sedemên bêbingeh jin tên qetilkirin û bersûcê jî bê ceza dimînin. Ji serê salê ve zêdetirî 10 jin bi rengên hovane hatine qetilkirin. -
KJK'ê 'rabûna' 8'ê Adarê slav kir
Koordînasyona KJK'ê ragihand, sekna têkoşînê ku di 8'ê Adarê de hate nîşandan di wê astê de ye ku çarenûsa sedsalê diyar bike û berxwedana jinê ya bi heybet a 8'ê Adarê slav kir. -
'Jina rêxistinbûyî welatê azad e'
Gerîlaya YJA Starê Besra Roj diyar kir, jin divê her qada ku lê ne bikin bingeha rêxistiniyê û got, "Jin a rêxistinbûyî civak û welatê azad e." -
Ronahî Serhad: Di 8'ê Adarê de derseke dîrokî hate dayin
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad destnîşan kir ku jinên ji gelên cuda yên herikîn qadên 8'ê Adarê, derseke dîrokî dan desthilatdariya AKP-MHP'ê. -
Zeynep Celaliyan: Qelem nikare êşa min binivisîne, tim di eynî temenî de me
Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan got,''Qelem nikare êşa min binivisîne, mezin nabim, tim di eynî temenî de me, min tenê beşek ji êşkenceya ku li min hatî kirin, nivîsî. Hêvî dikim îro jin bi rengekî bimane bigihijin azadiya xwe.'' -
Jinên Kurd li Bîelefeldê 8'ê Adarê pîroz kirin
Jinên Kurd bi pêşengiya JXK'ê li Bîelefeldê ji bo 8'ê Adarê li hev civiyan û şehîdên jin ên berxwedêr bi bîr anîn. -
Hikumeta Îskoçyayê ji ber kuştina jinên ‘cazû’ lêborîn xwest
Serokwezîra Îskoçyayê Nîcola Stûrgeon ji bo jinên ku di sedsalên 16 û 17’an de bi hinceta ku ‘jin in’ û cazû ne hatibûn kuştin, li ser navê hikumetê lêborîn xwest. -
Jinên Kurd, Rûs, Ûkraynayî û Tatar di şahiya 8'ê Adarê de li hev civiyan
8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li herêma Saratovê ya Rûsyayê bi şahiyekê ji aliyê jinên Kurd ve hate pîrozkirin. Jinên Kurd, Rûs, Ûkraynayî, Kazax û gelek neteweyên cuda tevlî pîrozbahiyê bûn. -
Li Elmanyayê bi hezaran jin daketin qadan
Li gelek bajarên Elmanyayê bi hezaran jin daketin qadan û bi coşeke mezin 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. -
Li gelek welatan çalakiyên 8'ê Adarê: Jinên ku DAÎŞ têk birin, wê dîktatorên din jî têk bibin
Li gelek welatên Ewropayê çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin. Jinên Kurd jî bi dirûşma "Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bibe" tevlî çalakiyan bûn. -
Li Brukselê zêdeyî 10 hezar jin di meşa 8'ê Adarê de li hev civiyan
Li paytexta Belçîka Brukselê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi beşdariya 10 hezar jinan hate pîrozkirin. Jinên Kurd jî tevlî meşê bûn û li ber şer û neheqiyê rabûn. -
Hem hunera xwe bi pêş ve dibe hem jî hîn dike
Cîhan Ebdulgaffûr ku bi hunerên destan re mijûl dibe, hem hewl dide vî karî bi pêş ve bibe, hem jî hînî ciwanan dike. -
Besê Erzîncan: Jin divê tevgera aştiyê ya cîhanî bi rêxistin bikin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku li dijî polîtîkaya şer a sîstema hegemonîk divê jin tevgera aştiyê bi rêxistin bikin û got, "Jin bi avakirina sîstem û rêveberiya xwe dikarin xwe bigihînin azadiya rasteqîn." -
Bi şikandina barîkatên li Îzmîrê: Em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin
Jinan bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Îzmîrê meşek li dar xistin û barîkatên polîsan ên li pêşiya wan hatine danîn şikandin û gotin, "Em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin." -
Li Swîsreyê peyama ‘Emê mêtingeriya keda jinê rawestînin’
Jinan li Swîsreyê li dijî şer û li dijî mêtingeriya keda jinê ji bo ku dengê daxwaza xwe ya ‘Ji karê wekhev re heqdestê wekhev’ bilind bikin, ji bo li dijî qirkirina jinê jiyana jinê biparêzin li gelek navendan hatin gel hev. -
Li bajarên Fransayê ji bo jinan daxwaza edaletê hat kirin
Jinên Kurd ên li bajarên Fransayê ji bo 8’ê Adarê li qadan bûn. Jinan di çalakiya girseyî ya li paytext Parîsê de sê jinên şoreşger ên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin bibîr anîn, banga "edalet û ronîkirinê" li rayedarên Fransa kirin. -
Meşa Şevê ya Feminîst: Barîqat derbas kirin û dest bi meşê kirin - HATE NÛKIRIN
Bi hezaran jin ji bo Meşa Şevê ya Feminîst bi berzkirina dirûşmeya "Dê ev serîhildan neqede" li Taksîmê li hev kom bûn, dest bi meşê kirin. -
Li Riha û Semsûrê 8'ê Adarê: Sedsala 21'emîn ew ê bibe sedsala jinê
Li Rihayê jinan bi boneyea 8'ê Adarê hatin gel hevdu û li Semsûrê jî jinan der barê Remziye Yucel a ji aliyê mêrê pê re zewicî hatibû qetilkirin daxuyanî dan û gotin: "Em li dijî tundiya mêr dewletê di nava raperînê de ne." -
Li Colemêrgê jinan got: Em rê nadin polîtîkayên şer
Bi minasebeta 8'ê Adarê li Colemêrgê şahiya jinan hat lidarxistin. Jinan di şahiyê de bal kişandin ser polîtîkayên şer ên taybet û banga têkoşîna hevpar kirin. -
Li Mexmûrê 8’ê Adarê: Em ê Rêber Apo azad bikin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi coş û moralekî mezin 8’ê Aadarê hate pîrozkirin. Jinan di pîrozbahiyê de bi yek dengî gotin: “Wê hêza jina azad, Rêber Apo bi awayê fîzîkî ji pergala Îmralî rizgar bike.” -
Li Silêmaniyê komkujiyên li dijî jinan hate şermezarkirin
Li Silêmaniyê li gel hemû astengiyên hêzên ewlehiyê, jinan bi boneya 8’ê Adarê çalakiyek li darxistin û li dijî kuştina jinan dirûşmên “Ji bo kuştina jinan na, jin jiyan azadî“ berz kirin.