Hikumeta Îskoçyayê ji ber kuştina jinên ‘cazû’ lêborîn xwest

Serokwezîra Îskoçyayê Nîcola Stûrgeon ji bo jinên ku di sedsalên 16 û 17’an de bi hinceta ku ‘jin in’ û cazû ne hatibûn kuştin, li ser navê hikumetê lêborîn xwest.

Li Îskoçyayê di sedsalên 16 û 17’an de nêzî 4 hezar kes bi cazûbûnê hatibûn sûcdarkirin. Ji sedî 84’ê van kesan jin bûn. Bi giştî 2500 kes jî bi hinceta ku cazû ne, hatin qetilkirin. 

Serokwezîra Serokwezîra Îskoçyayê Nîcola Stûrgeon bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li parlementoyê axivî û xwest bila vê bêedaletiya dîrokî ya mezin were naskirin û ji bo kesên li gorî qanûnê cazûbûnê hatine kuştin û mehkûm bûne jî bi awayekî fermî lêborîn xwest. Li gorî qanûna heta sala 1736’an kesên bi cazûbûnê hatibûn sûzdarkirin piştre hatibûn darvekirin.

Komeleya bi navê Wîthces Of Scotlandê du sal in ji bo lêborînxwestina ji kesên wekî cazû hatine îlankirin, têdikoşe. Komele dixwaze ji bo van jinan bîrdariyeke neteweyî were çikandin.

Serokwezîra Îskoçyayê Nîcola Stûrgeon diyar kir qebûlkirina bêdaletiyê girîng e û îro jî li ser jinan rîska mirinê û zilm heye. Stûrgeon diyar kir qanûna cazûbûnê û efsûnkeriyê hatibe rakirin jî dijminatiya li ser jinan îro jî didome.