Serê Salê li Rusyayê hat pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan bi tevî zarokên xwe ve li bajarên Rûsyayê ku Kurd lê dijîn şahîyên sersalê li darxistin.

Li Mala Kurda ya Moskowayê Meclîsa Jinên Kurd ya Moskowayê şahîyek ji bo zarokan li darxist. Cihê pîrozbahiyê bi ronahîyên rengîn û dara Merxê hatibû xemlendin. Şahî bi şanoyê destpêkir. Kalkê Berfê (Ded Moroz) û Berfînê (Snêgûrçka) şano destpêkirin û diyarî li zarokan belav kirin.

Ji bo zarokan lîstikên cûda û pirs hatibûn amadekirin û ji bo zarokên pirsan bersivandin xelat hatin dayîn.

KRASNODAR

Li Mala Kurd ya gundê Bêloyê ya bajarên Krasnodarê jî bi tevlêbûna zarokên qadê, cejna sersalê hat pîroz kirin.

Li dor dara Merxê bi stranê Rusî û Kurdî dîlan hate gerandin. Her wiha zarokên helbest û stran xwendin, bersiva pirs û pêderxistinokan dan û xelat gitin. Piştre li gor kevneşopiya cejnê, ji her zarokê diyariya sersalê hate dayin.