Ji Wezareta Dadê ya Fransayê re nameyên komkujiyên Parisê hatin şandin
Kurdistaniyên li Marsilyayê, ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re name şandin û xwestin berpirsyarên komkujiyên Parîsê bên eşkerekirin û darizandin.
Kurdistaniyên li Marsilyayê, ji Wezareta Edaletê ya Fransayê re name şandin û xwestin berpirsyarên komkujiyên Parîsê bên eşkerekirin û darizandin.
Kurdistaniyên li Marsilyayê der barê komkujiyên Parîsê yên di 9’ê Çileya 2013’an û 23’yê Kanûna 2022’yan de Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin, bi daxwaza berpirsyar bên eşkerkirin û darizandin bi sedan name ji Wezareta Dadê ya Fransayê re şandin.
Kampanyaya nameyan a bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a girêdayî Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) bi boneya salvegera komkujiyên Parîsê hatiye destpêkirin wê heta 11’ê Çileyê bidome.
Jinên li ber postexaneyê li hev kom bûn dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin û name şandin.
Di nameyên ku ji Wezareta Dadê ya Fransayê re hat şandin de hat diyarkirin ku li Bakur, Rojava, Başûr û Ewropayê pêşengên tevgera jinên Kurd bi awayekî sîstematîk ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin. Di nameyê de hat ragihandin ku Fransa 12 sal in Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ji aliyê MÎT'ê ve li Parisê hatin qetilkirin erka xwe ya edaletê bi cih neaniye û wiha hat gotin: "Weke jinên Kurd em daxwaza xwe ya edaletê nû dikin. Di van 12 salên dawî de li welatê we 4 hevalên me hatin qetilkirin. Heta ku ev komkujî neyên ronîkirin, li welatê we ewlehiya tu jina Kurd tuneye. Di 11'ê Çileya 2025'an de bi boneya meşa mezin a heqîqetê û edaletê em ê dengê xwe bilind bikin. Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin."