Jinên Kurd, Rûs, Ûkraynayî û Tatar di şahiya 8'ê Adarê de li hev civiyan

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li herêma Saratovê ya Rûsyayê bi şahiyekê ji aliyê jinên Kurd ve hate pîrozkirin. Jinên Kurd, Rûs, Ûkraynayî, Kazax û gelek neteweyên cuda tevlî pîrozbahiyê bûn.

Li navçeya Krasnokûtê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê, jinên Kurd bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şahiyek lidar xistin.

Şahiya ku li Mala Çandê pêk hat, ji neteweyên cuda yên li herêmê gelek jin tevlî şahiyê bûn.

Komên muzîk û folklorê yên Kazax, Elman, Ermen, Rûs, Ûkrayna û Tatar jî beşdarî şahiyê bûn.

Greçûşkîna Valentîna Vladîmîrovna di destpêka şahiyê de axivî û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan hemûyan pîroz kir.

Bi navê Kurdan, endamên Komîteya Jinê Fatma Kadîrova û Zero Şamoyan axivîn.

Koma govendê ya Kurd Koma Zîlan û hunermend Azîza Aliyeva hunera xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahiya ku ji aliyê jinên Kurd ve hate lidarxistin, bi stranên Kamûran Gasanov û Kote Fatoyan, bi gerandina govendê bi dawî bû.