Ji bo piştevaniya 13 jinan çalakî hate lidarxistin

Ji bo piştevaniya 13 jinên ku di Doza Kobanê de têne darizandin, Meclîsa Jinan a HDP'ê daxuyaniyek da.

Berdevka Meclîsa Jinana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başran li ber Pira Girtîgeha Sîncanê di daxuyaniya çapemeniyê de axivî.

Başaran got ew li gel rêveberên Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Jinan Star, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hevçax (ÇHD) ew hatine ku Doza Kemînê ya Kobanê bişopînin, ku di vê dozê de têkoşîna jinan tê darizandin û desthilatê ev doz ji xwe re kiriye weke rotekê.

Başaran bal kişande ser 13 jinen ku di Doza Kobanê de rehîn hatine girtin û got,''13 hevalên me yên ku têne darizandin jî kesên wiha ne ku li Tirkiyê têkoşîna jinan didin û hemû jiyana xwe di ber vê re kirine. Hevalên me yê jin ji bo ku êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê protesto kirine, ji bo ku li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê rawestiyane, ji bo ku li gel gelê Kobanê, jinên Kobanê rawestiyane, di Doza Kemînê ya Kobanê de têne darizandin. Lê em pê dizanin, ev dadgeh nikarin têkoşîna jinan û têkoşîna Kurdan û ya çewisandiyan darizînin, ev ji hêza wan dibihure.''

Başaran bi berdewamî siyasetmedarên jin Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, Fîgen Yuksekdag, Aysel Tugluk, Gulser Yildirim û jinên din ku ji dozê têne darizandin bi bîr xist, diyar kir ew bixwe didarizînin û li nav çar dîwaran jî bin dev ji têkoşîna xwe naqerin. 

Başaran got, ''Em jî, ji bo ku em careke dî bibêjin ku em li gel hevalên xwe ne, gotinên ku ew li dadgehê dibêjin ew ê jî li her qadê bibêjin û têkoşînê geş bikin, hatine vir.''