'Jina rêxistinbûyî welatê azad e'
Gerîlaya YJA Starê Besra Roj diyar kir, jin divê her qada ku lê ne bikin bingeha rêxistiniyê û got, "Jin a rêxistinbûyî civak û welatê azad e."
Gerîlaya YJA Starê Besra Roj diyar kir, jin divê her qada ku lê ne bikin bingeha rêxistiniyê û got, "Jin a rêxistinbûyî civak û welatê azad e."
Gerîlaya YJA Starê Besra Roj bi wesîleya 8'ê Adarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku yek ji sembol û nirxên têkoşînê yên dîroka têkoşîna rêxistinbûyî ya jinê 8'ê Adarê ye.
Gerîlaya YJA Starê Besra Roj diyar kir ku asta azadiyê gel an jî civakê, asta azadiyê ya jinên li nava wê civakê ye û got, "Asta azadiya jinê jî pêwendiya xwe bi feraset û qanûnên desthilatdariya bi serweriya mêr heye. Li cihekî ku mejî û fîzîka jinê hatiye dagirkirin, kes nikare qala demokrasiyê bike. Demokrasî di nava şert û mercên wekhev de dibe. Rêber Apo dibêje, 'Yek ji sedemên herî bingehînî yên ku min ber bi welatparêziyê ve dibe, ew bûyer in ku li dora rastiya jinan diqewime. Jin mîna welatekî li benda azadiyê ye'. Li dijî nêzîkatiya civakî ya bi serweriya mêr, jinûve keşifkirina xwezaya jinê, avakirina nêrîna li civak û xwezayê mijareke girîng e."
Gerîla Besra Roj diyar kir ku jin ji aliyê dîrokî ve li gorî şert û mercên xwe; wekhevî, parvekirin û demokrasiyê diparêze û got, "Jin a ku bi rastiya xwe ya dîrokî serwext bûye, ji bo wê ne zehmet e ku bi îdeolojiya sosyalîzmê re bibe yek û bipejirîne. Lewma jin di sedsala 21'ê de hîn bêhtir nêzî pêşengiya sosyalîzmê ye."
Gerîlaya YJA Starê Besra Roj destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê jin her qada lê ye veguherîne bingeha rêxistiniyê û wiha dewam kir, "Jina rêxistinbûyî civak û welatê azad e. Her jin a ku bi vî rengî nêzîk dibe, jin a xurt dibe. Dirûşma yek dewlet, yek al, yek ziman a faşîzmê divê ji aliyê ti jinan ve neyê qebûlkirin. Jin li gorî cewhera xwe divê bi rengekî sosyalîst nêzîk bibe û qadên têkoşîna hevpar xurt bikin."
Gerîla Besra Roj anî ziman ku ji her kesî bêhtir niha pêwîstiya jinê bi demokrasiyê heye û got, "Jina rêxistinbûyî ji bo tevahiya civakê pêwîstî ye. Îdeolojî bi qasî ku çareseriyê ji pirsgirêkên mirovahiyê re divînin têne qebûlkirin û bi cih têne anîn. Felsefe û îdeolojiya Tevgera Jinê ya Azad îro ji bo hemû hêzên azadîparêz ên di lêgerîna çareseriya demokratîk şoreşger de ne bûye hêvî. Jinên şoreşger ên enteransyonal felsefeya îdeolojîk a Rêber Apo ji bo xwe weke rizgariyê dibînin û li ser vê bingehê tevlî dibin. Îdeolojiya rizgariya jinê bûye hêvî ji jinan re."