Êrîşên li dijî Elewiyan li Parisê hat protestokirin
Komkujiyên ku leşkerên HTŞ’ê li Sûriyeyê li dijî Elewiyan pêk anîn, li banliyoya Villiers le Bel a Parisê hat protestokirin.
Komkujiyên ku leşkerên HTŞ’ê li Sûriyeyê li dijî Elewiyan pêk anîn, li banliyoya Villiers le Bel a Parisê hat protestokirin.
Li banliyoya Villiers le Bel a paytexta Fransa Parisê bi pêşengiya Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), êrîşên leşkerên HTŞ’ê yên li dijî Elewiyan bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Konseya Kurd a Demokratîk a Kurd a Fransa (CDK-F) tevlî daxuyaniyê bû.
Li ser nave CDK-F’yê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên qirkirinê bi provokasyonên dewleta Tirk pêk tên.
Li ser nave Meclîsa Gelê Kurd a Villiers le Belê jî axaftin hatin kirin û hate gotin, li hemberî zilma ku ji Kerbelayê heta niha dewam dike, pêwîstî bi helwesteke Huseynî heye.
Li ser nave CÎK’ê jî Mele Şevket axivî û got: “Divê li dijî hemû êrîşên li ser baweriyan û bi taybetî jî Elewiyan berxwedan ferz e.”
FEDA’yê jî bêdengiya rêxistinên Elewiyan yên li dijî êrîşan şermezar kir.