'Têkoşîna me ji bo azadiya hemû jinan e'

Ji fermandarên Pêngava Bazên Zagrosê Gulan Avaşîn li ser 8'ê Adarê got, "Têkoşîn û şerê me ji bo azadiya hemû jinan e. Em xwe li hember azadiya her jinekê berpirsyar dibînin û dixwazin jinan hemûyan ji êşên dikişînin rizgar bikin."

Ji Fermandarên Pêngava Bazên Zagrosê ya YJA Star’ê Gulan Avaşîn, li ser 8'ê Adarê ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Avaşîn bal kişande ser têkoşîna jinê ya li dijî desthilatê û diyar kir, ku divê jin têkoşîna xwe geştir bikin. Avaşîn got, "Ji warê xwedawendan, cihê Nînhursakan, Rojîn, Rûken, Ronahî, Ekin û Diyanayan. Ji warê van xwedawendan heta Îmrali yê  em silav û heskirinên xwe dişinin û di şexsê van şehîdên qehreman de ku di çeperên şer de xwe ji bo tevahî jinên cîhanê kirine mertal û xwe fedakirin, di şexsê van şehîdan de li beramber hemû şehîdan bi taybet heval Deniz Poyraz, heval Hevrîn Xelef û heval Sosin her wiha tevahî jinên ku di vê tekoşîna zayendî de ji bo azadiya jinan xwe feda kirine em bibîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînim. Di çeperên Zagrosan de careke din em 8'ê Adarê li hemû şehîdan, li Rêbertî û tevahî jinan pîroz dikin. Rihê ku di Zagrosan de mezin dibe, şîn dibe û rihê ku her kêlî bi dilekî azad lêdide û dixwaze bi wî dilê azad hemû jinan bi xwe re mezin bike û her gav ji bo azadiya jinê şerbike û tekoşîn bike, dîsa bi heman rihî em roja tekoşîna jinan li her deverên cîhan li hemû jinên tekoşer û jinên ku li hember hişmendiya zayend perest şer dikin û ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin. Bêguman 8 Adarê bi pêşengiya Rosa Luksemburk û Clara Zetkin û her wiha hemû jinên ku bi wan re tekoşîn kirin û xwe feda kirin ta ku em bigihêjin roja îro ji bo me hemû jinan gavên dîrokîne ku nayên jibîrkirin, tam berovacî em wan di tekoşîna azadiya jinan de weke xaleke bingehîn a xwe ji nûda avakirin, mezinkirin û xwe ber bi azadiyê ve birin dibînin. Hêzên desthilatdar ku xwe li ser hişmendiya zayend perest birêve dibe, di şexsê komkujiya jinen fabrikaye da hati kirin de ne tenê 129 jin kuştin lê belê xwestin aqilê jin, fikrê jin û ruhê jin yê tekoşer bikujin. Ev êrîş û ev komkujî ta roja me ya îro de jî di asta herî jor de berdewam dike. Tê zanîn ku bi salan e jinan li hember sîstema desthilattar ku bi hişmendiya zilam salarî bi rêve diçe tekoşîn dikin, li ber xwe didin û şer dikin. Lê belê di roja me ya îro de pêwîst e ji her gavê zêdetir jin xwe birêxistin bikin, yekîtiyekî hevbeş di nava xwe de ava bike û bi hembêzkirineke mezin xwedî li jinên ku her kêlî di bin tûndûtujiyê de dijîn, direvin."

Fermandar Gulan Avaşîn axaftina xwe wiha berdawam kir: “Em bala xwe bidinê sistema modernîteya kapitalist ji her demê zêdetir dixwaze jinan bike qurbaniya berjewendiyên xwe. Bi rêbaz û polîtîkayên cûr be cûr di nava hewldanan de ye. Di demên dawiyê de em dibînin ku êrîşên li ser jinan rojane zêdetir dibin, nûnerên kapitalizmê jî baş dizanin ku ev êrîş ne tenê hedef girtina jinane, lê belê di şexsê jinan de dixwazin tevahî civakan bixin bin xizmeta xwe ji ber ku bindestî û azadiya civakê bi sekna jinê ve girêdayiye. Rêbertiya me dibêje: "Rastiya civakê di sekna jinê de tê naskirin." Hemû jin divê vê demê ji her demê zêdetir sîstema heyê qebûl nekin û li hember wê derkevin. Em tevgera azadiyê û weke jinên tekoşer bi rastiya heyî diêşin. Rojane agahiyên kuştin, destavêtin û her wiha gelek rêbazên tûnd û tûjiyên li ser jinan dibihîzin. Ev yek bi awayekî hovane li ber çavên civakê tê meşandin. Lê rastiya bi êştir ew e ku li hember vê rewşa kambax bê bertekî û bêdengiyeke mezin heye. Di dîrokê de civak her dem li ser exlaq û pîvanên civakî xwe birê ve biriye, lê belê sistema heyî li hember çand, axlaq, nirx û pîvanên civakê di şexsê jinê de bi polîtîkayan di nava êrîşeke mezin de ye. Li hember van êrîşan divê hemû jinên cîhanê xwedî sekn û helwestên diyarker bin. Aniha em  jinên şoreşger li çeperên Zagrosan de şerdikin, ji bo jinên ku li Tirkiyê rojane tên kuştin, li Îraqê tên şewitandin li Îranê tên sêdarekirin. Her wiha jinên ku li Afganîstanê di bin zilm û zordestiya Talîbanê de jiyan dikin û li Ewrupa ye jinên ku rojane di bin navê azadiyê de weke meta tên bikaranîn, em xwe weke tola wan hemû jinan dibînin. Ji ber tekoşîna me û şerê me ji bo azadiya hemû jinan e. Em xwe li hember azadiya her jinekê berpirsiyar dibînin û dixwazin hemû jinên ku êş dikşînê rizgar bikin. Ji ber em her jinekê parçeyek ji xwe dibînin. Em kuştina her jinekê weke kuştina gerdûnekê dibînin û komkujiya jinan komkujiya mirovahiyê dibînin. Şerê me yê azadiya civakan jî ji vir de dest pê dike, ji ber jin hîma bingehîn a avakirina civakê ye ev yek di rastî û kurahiya  dîrokê de tê piştrastkirin. Sistema kapîtalîst dixwaze civakê ji cewherê wê derxe û kêlî bi kêlî wê ji pîvanên civakbûnê dûrdixe. Ev pêkanîn jî di şexsê jinê de tê piratîzekirin. Ango bi dest avêtina jinê dixwazê civakê jî bigre bin desthletdariya xwe. Niha 8'ê Adarê weke roja jinên cîhanê tê nasîn, lê bi rastî jî aniha jin di cîhanê de di çi rewşê de ye. Weke mînak em bala xwe bidinê li Efganîstanê, jin ji bo hindek mafên xwe bidest bixe çiqas tekoşîn meşand û li berxwe da, lê ji ber hindek peymanên navdewletî ku bi hişmendiya zilam salarî birêve diçe bêyî ku rewşa jinan li ber çav were girtin desthletdarî xistin destê Talîban. Îro jin li Efganîstanê ji hemû mafên xwe bêpar û bi zilm û zordariya mêrê zordarre rû bi rû maye. Li hember vê rewşa kambax tevahî cîhan bêdeng maye. Carna em dibînin ku hindek çapemenî destavêtin, firotin jinan û zewcandina keçan di temenekî zarok de li Efganîstanê weke tiştekî rewa û ji rêzê dibînin. Tenê em livir li serê van çiyayên azad her çendî di navbera mer de mesafeyên dûr û dirêj hebin jî em her kêlî wan jinan hîs dikin, fêm dikin û dixwazin bibin dengê azadiya wan. Ji ber ku her jin li her deverê cîhanê bûye qurbana hişmendiya zayend perest û desthletdariya mêrê serwer. Em li vir piştevaniya hemû jinên ku ji bo azadiya di nava tekoşînê de ne dikin û em bangewazî hemû jinan dikin, dibe ku hinek jin weke serok , wezîr û..hrw di saziyên dewletê de jî cihên xwe digrin lê ya rast ev sazî çiqas xizmetî doza jinê dike, çiqas li hember şer û tundiyê radiweste û çiqas ji bo bidestxistina mafên jinan xwedî sekne, mijarên lêpirsînê ne. Ji ber vê yekê divê hemû jin di mijara azadiya jinan û bidestxistina mafên wan xwedî rol û helwest bin. Hêzên hegemon dixwazin hemû civatan û hemû welatan bixin bin hegemoniya xwe, ji ber wê gerek axan dagirdikin, êrîşî jin, ciwan û zarokan dike kom kujiyan pêktînin, lê belê li hember wê bêdengî û bê bertekîyeke heye. Ev dem ne demeke wisa ye ku her netewek tenê bi netewbûna xwe bifikirê û nijadperestiyê bike. Ev dem demeke wisa ye ku divê herkes li axlaqê civakan, çanda civakan û mafê azadî û demokrasiyê xwedî derkevê. Ji ber êrîşên ku hêzên dagirker û hegemon pêşdixin li ser cewher û bingehê civakan pêk tê. Li hember van êrîşan sekneke çawa tê xwestin esas di seknên ku xwe li ser felsefeya û bîrdoziya rêber Apo birêxistin kirine û ava kirine, ev sekin di şerê me yê li ser van çiyayên Kurdistanê bi rengekî zelal diyar bû. Di sekna jina Kurd de xuya kir ku jin dikare li hember şerê dagirkeran, li hember leşgerên wan, li hember teknîka wan û heta li hember gazên wan yên kêmyasal ku weke hovîtiya herî mezin tê zanîn bi sekneke bê hempa li berxwe bidin, şer bikin û bi ser bikevin. Ji ber her jineke Apoyî ango her milîtaneke PKK û PAJK'ê xwedî vê biryarê ye; em ê li hember dagirkeriyê, li hember zext, zorî û binpêkirina mafê jinan şer bikin. Bi wesîleya vê rojê em dixwazin her kes bizane ku em ti car rê nadin ku dijminê me axa me a pîroz ku dergûşa mirovahiyê ye û her dem bûye wargeha xwedawendan bi hêsanî destên xwe yên gemarî bavêjinê. Li ber çave, berxwedan û tekoşîna jinan li Rojavayê Kurdistanê ku netew, bawerî, çand.. çi dibe bila bibe ya esas nasnemeya jine. Ji ber ew jin azadiyê heq dike û nirxdayînê heq dike. Li hember tarîtiya hişmendiya zayend perest ku di şexsê DAIŞ de xwe da der, bilindkirina ala yekîtî û serkeftinê ye. Bêguman ev bi felsefeya Rêber APO a modirnîteya demokratîk pêşket û diyar bû ku çawa jin dikare her kesî dinava xwe de hembêz bike û biparêze. Ne tenê li Rojava îro li Şengalê, li çiyayên Kurdistanê û li her deverê dûnyayê jin li hember desthiledaran şerdikin, tekoşîn dikin û bertek didin nîşandan. Yanî êdî jin bi awayekî zelal helwesta xwe dide diyarkirin. Dibêjin ew ê heta dawiyê li hember hişmendiya ku jinê rojane dikuje an jî ji mafên wê mehrûm dike, berxwe bidin û serbikevin. Em hemû jî di vê biryarê de ne û di biryara xwe de bi îsrar in. Em  jin her çiqas êş kişandibin û bikêşin ewqas jî wê hêrs û biryara me a tolhildanê xortir û mezintir bibe. Ji ber wê divê her rojên me weke 8 Adarê bibin rojên jinan, rojên pîroz, bibin rojên tekoşînê. Her roj divê bi rengê jinê jiyan bê avakirin, bi aqilê jinê civak werê meşandin, bi axlaq, heskirin û dadperweriya jinê civak werê pêş xistin.”

Fermandar Gulan di berdawamiya nirxwandina xwe da bangavaziyê dayiken Kurd dike û dibêje neyên lîstika dijmin: “Yek jî xalên sereke ku di vê rojê de hêjayî bibîrxistinê ye girtiyên azadiyê ne. Hevlên me ku bi salane di nava çar dîwaran de bi ked, îrade û tekoşîneke bê hempa li hember hêzên dagirker û hişmendiya zayend perest ku di şexsê faşîzma AKP û MHP ê temsîl dike didin meşandin. Bi rastî jî berxwedaniya di girtîgehan de xwedî cûdahiyeke watedar e. Ne wek ti berxwedaniyane ji ber ew mîrasê şehîd Sara, Mazlûm û Kemalan e. Em dikarin vê rihet bêjin; rast e heval li pişt dîwarên zîndanê  ne lê belê ew di fikir de bi serokatî re azad dijîn. Her wiha hêjayî gotinê ye em li vir kêfxweşî, morala û hêz xwe ji berxwedan û sekna hevalan digrin. Her hevalekî di girtîgehê de ji bo me nirx û çavkaniya hêza herî mezin e. Ji ber her hevalek şopdarê çanda berxwedanê ye, wî mîrasî diparêzin û bilindtir dikin. Ji ber wê mirov dikare bêje ku hevalan bi sekna xwe dijmin pûç kirine û bêçare kirine. Dijmin çawa êrîş dike û çi dike bila bike esas li hember berxwedaniya zindanan û bi taybet li hember berxwedaniya Rêbertî ji zû de binket. Ji ber vê binkeftina xwe dijmin bêçare maye û ji qehra xwe ewqas êrîşên cûr be cûr tîne. Em jî li vir dibêjin bila dijminên me baş bizane çawa û bi çi awayî êrîş tînin bila bibînin, heta ku dilekî bi Rêbertiyê re lêdide ew dil ji bilî azadiyê ti tiştî qebîl nake û ji dervayî serkeftinê çi tiştî qebûl nake. Em  gêrîlayên YJA STAR'ê jî li ser xeta şehîd Zîlan, Bêrîtan, Arîn û  Avestayan û her wiha ji şehîdên me yên destpêkê û heta yên dawiyê emê her xeta wan esas bigrin û ji bilî serkeftinê em tiştekî din qebûl nakin. Dijmin binkeftina xwe a li hember gêrîlayên azadiya Kurdistanê bi êrîşên cûr be cûr li hember civakê bi taybet  jî civaka kurd û jinên kurd dike. Em jî li vir li beraber van êrîşan dixwazin bangewaziya xwe ji hemû jinên kurd û bi taybet jinên ciwan ku xwedî mîrasekî berxwedanê yê pir giranbiha ne. Ji ber civaka me çavkaniya çand û exlaqê mirovhiyê ye. Dijmin dixwaze bi riya pêşxistina fihûş, madeyên hişbir, belavkirina çanda tecawiz û her wiha gelek rêbazên şerê taybet ku di şexsê jinê de civaka me ji cewherê wê derdixe pêşdixe.

Bangewaziya me li hemû jinên ciwan ew  e ku li hember van polîtikayên dijmin şiyar bin, baş bizanin ku dewleta Tirk celadê gel û civaka Kurd e, li ser xwîna gelê Kurd xwe ava kiriye û dide jiyîn û bi taybet divê her jineke Kurd bizan ku dewleta Tirk bihezaran jin kuştine, girtine û rojane radestî bêbextiya zilam perestan dike. Ne tenê gelê Kurd bi qirkirina gelên Ermenî, Asûrî, Sûryanî, Fars û her wiha gelek civakan xwe heta roja îro aniye. Divê ti kes xwe di vê mijarê de nexapînê û neyê xapandin ji ber rastiya dewleta Tirk, dijmintiya wê ji demokrasiyê re û şerê wê yê taybet li holê ye. Em jî li vir dibêjin heta ku şervaneke Rêber Apo hebe ew ê li hember vî desthilatdarî û li hember vî dagirkerî ku dixweze civaka me tine bike şer bikin û li berxwe bidin.

Jina ku îro li ser fikir û ramanên azad yê Rêbertiya me xwe ava kiriye êdî ti kes nikare ne îrada wê, ne xwesteka û baweriya wê û ne jî heskirina wê bişkîne. Ji ber wan êdî tama azadiyê girtine, hêviyên xwe yên jiyanê hene. Rêbertî ev fiki û ev zanist da avakirin; yanî jiyan bi wateye divê em di vê jiyanê de hebûna xwe û bi hebûnê ve girêdayî azadiya xwe misoger bi destbixin. Weke gêrîlayên jin em di zanist û wateya vê yekê de ne. Divê gelê me jî vê rastiyê bizane û neyên xapandin. Ji ber em dibînin ku dayîkên gelek hevalên me ku li rex me li serê van çiyan li hember dagirker, faşîzim û desthiledariya dewleta Tirk di çeperan de şerdikin , li berxwe didin û hin ji wan li ser vê dozê şehîd dibin, têne lîstokên dijmin û dibin ala ku bi xwîna gelê Kurd sorbûye bangewaziya îxanetê dikin. Em vê seknê û van nêzikatiyan ticar layîqî dayîkên Kurdan nabînin û layîqî ti dayîkan jî nabînin. Dijminê me rojane li ser gelê me komkujiyan pêk tîne, rojane êrîşî ax û qadên me yên azad dike hevrên me û zarokên vî welatî şehîd dike, emê çawa qebûl bikin û xwe bavêjin hembêza vê dewletê. Divê ti kes û bi taybet ti jin  vê yekê qebûl neke. Berovaja divê ku her jineke kurd li hember girtin û ketina jinan a destê dewletê xwe berpirsiyar bibîne û rê nede vê yekê. Divê jin xwe ji her demê zêdetir birêxistin bike û li hember nêzikatiyên dewleta Tirk bertek raber bike. Em nabêjin bila her jinek bibe gêrîla lê divê ku her jineke ku xwedan wijdan be li hember vê sîstema ku heroj jinan dikuje xwedî sekinbe.”

Di dawiye axaftina xwe da Fermandar Gulan vana tinê ser ziman: “Raste îro 8 Adarê ye, lê belê li vir her roj li kû derê dibe bila bibe her jinek çi dijî û çi êşê dikêşe em hîs dikin û baş fêm dikin. Heta dawiyê em piştgiriyê didin tekoşîn û berxwedana jinan û em dixwazin ew jî bizanin ku em ji tekoşîna wan, hewldanên wan yê azadiyê hêz digrin. Em ji dijminên xwe re jî dibêjin çi dikin bila bikin, em ê bi fikr û felsefeya Rêber Apo rêxistinbûna xwe xortir bikin û weke mertalan li hember dijminê jin û civakan rawestin. Em ê jiyana azad ji bo hemû jinan misoger bikin. Li ser vê baweriyê û bi hêviyeke mezin em ê tekoşîna azadiya jinan xurtir bikin û bi rihekî berxwedêr li hember dijminên jinan, sistema feodal û kapitalist û her wiha li hember hişmendiya zayend perest rawestin. Em li vir careke din 8'ê  Adarê li Rêber APO, şehîdên azadiyê û hemû jinan pîroz dikin û dibêjin hêvî û baweriya me ewe ku jiyana azad bi berxwedan û tekoşînê misoger dibe. Em jî soz didin ku ji bilî serketin jiyaneke din qebûl nekin. Dubare bi wesîleya 8 ê Adarê ji tevahî jinên cîhanê re jiyaneke azad û serketinê dixwazin."