Di demê dawî de li gel krîzên aborî, siyasî û civakî her diçe bi rengekî zêde û bi guman jin ji aliyê hevser, heskirî, xizm, bira û bav ve tên qetilkirin û bersûc bê ceza dimînin.
Hê serê salê bûyerên xwekuştinê li Başûrê Kurdistanê derket pêş. Berêvara 1’ê Çileya 2021 li ser pira Çarçira ya rêya 60 metrî ya nêzî bazara sergirtî ya Familî Moll Silêmaniyê jina bi navê Şilêr (24) ji Kamyarana Rojhilatê Kurdistanê ku weke penaber dijîya, xwe avêt pêşiya wesayîtekê û bi rakirina nexweşxaneyê û dermankirinê hate rizgarkirin.
Ji bo jinan jiyan li Başûrê Kurdistanê pir zehmet bûye, ji aliyê heskirî, hevjîn, bira-bav-mam û xizman ve tên qetilkirin, li aliyê din êşa malê û zehmetiya malê dikişînin.
10 JIN HATINE QETILKIRIN
Ev yek demê dawî li Başûrê Kurdistanê pir zêde bûye. Hê ji serê salê û vir ve li gorî daneyên ne fermî zêdetirî 10 jin ji aliyê hevjîn, heskirî û xizmên xwe ve bi rengên hovane ên mîna şewitîn, gulekirin û bi rengekî guman hatine daliqandin, jiyana xwe ji dest dane.
BÛYER TÊN NIXUMANDIN Û BERSÛC BÊ CEZA TÊN HIŞTIN
Ev jî têrê nake, bersûcên van kiryaran jî di bin navê namûs û mijarên cuda de bûyerê hem sergirtî dikin û dîsa nayên cezakirin. Ev bê cezakirin jî kiriye ku rê li ber qetilkirina jinê bê vekirin.
Em hinek bûyerên kuştinê yên ji serê salê ve li Başûrê Kurdistanê pêk hatin rêz bikin:
PÊNCEWÎN
Li bajarokê Pencewîn jî 1’ê Sibata 2022’ê jineke ciwan a bi navê Şenge Ebdulxaliq a temenê wê 20 salî bû ku li gundê Siyamêwe dijiya, bi guleyê dawî li jiyana xwe aniye.
XANEQÎN
6’ê Sibatê cenazeyê jinek ciwan a 17 salî gihandin beşa lezgîn a nexweşxaneya giştî ya Xaneqînê ku di mala xwe de daleqandî hatibû ditîn.
KELAR
Li Kelar a girêdayî Germiyanê 7’ê Sibata 2022’ê jina bi navê Şîlan Hesen ku sala 1991’an ji dayîk bûye û 2 zarokên wê hene, ji ber şewata zêde dema rakirin nexweşxaneyê jiyan xwe ji dest da. Nayê zanîn bê ka sedem çi bû ku Hesen xwe şewitandiye.
RANYA
13’ê Sibata 2022’an li navçeya Çarqorne ya ser bi bajaroka Ranya nêzî pêşangeha otomobîlan di buyerekê de guleyek bi jinek a runiştvana Hewlêr ku di sala 1971’an de ji dayik bûye ket û jiyana xwe ji dest da.
BEHRIK
15’ê Sibatê li Behrika girêdayî bajarê Hewlêrê Hemîn Abdula ya 70 salî ji aliyê kurê xwe yê 36 salî ve bi kêrê hat kuştin.
DIHOK
Li kampa Xanikê ya Dihokê 7’ê Adara 2022’an jinek 29 salî ji aliyê hevjînê xwe ve bi du guleyan hat kuştin. Piştî bûyerê kujer xwe radestî polîsan kir.
HEWLÊR
9’ê Sibatê li ber deriyê dibistanek Koyê jina bi navê Serwîn ku di sala 1996’an ji dayik bûye bi ji aliyê kesên nenas ve gule lê hate raşandin. Di encamê de 10 gule li beden û linge wê ket. Tevî hemû mudaxeleyan nehate rizgarkirin.
QELEDIZ
11’ê Sibatê Li bajaroka Sengerê ya ser bi Qeladizê cenazeyê jinek 17 salî hate dîtin. Tê gotin ku cihê şopên ben li stûyê wê diyar in.
Li gorî daxuyaniya Polîsên Raperînê, vê êvarê cenazeyê jina bi navê (X. I. W) ya 17 salî li bajaroka Sengeserê ya ser bi Qeladizê gihîştiye Nexweşxaneya Giştî ya Qeladizê.
Li gorî daxuyaniyê şopên ben li stûyê wê diyar in û li gotî agahiyên destpêkê bi ben xeniqiye.
Polîsên Raperînê ragihand ku cenaze ji bo lêkolînê şandin Tiba Edlî ya Silêmaniyê û têkildarî mirina wê lêkolînê destpê kiriye.
SILÊMANÎ
16’ê Sibata 2022’an li taxa Kurdsat a bajarê Silêmaniyê Meryem Yeqûb ku mamosteya beşê zanistî li zanîngeha bajarê Silêmaniyê ji aliyê hevjînê xwe ve bi guleyê hat kuştin. Li gora zanyariyan piştî ku kujer Zîko hevjîna xwe Meryem kuştiye guleyek li xwe daye û xwe jî kuştiye.
Di 18’ê Sibatê de li taxa Kurdsat a Silêmaniyê jina bi navê Şinyar Huner a dayika 2 zarokan bû ji aliyê hevserê xwe ve hatibû şewitandin, 23’yê Sibatê jiyana xwe ji dest da.
DAQOQ
24’ê Sibata 2022 Li bajaroka Daqoq a girêdayî Kerkûkê jinek agir bi bedena xwe xist û jiyana xwe ji dest da.
KOYE
Li bajarokê Teqteq a Koyê 2’yê Adara 2022’an jineke ku sala 2004’an hatî dinê û li Peymangeha Teknîkî ya Koyê dixwend, bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Lê li gorî agahiyên Berdevkê Tenduristiya Navçeya Koyeyê ya Hewlêrê Hewkar Elî ev jin bi ben li malê xwe daleqandiye û wisa jiyana xwe ji dest daye.
HEWLÊR
6’ê Adara 2022’an li nêzî rêya Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê saet 23:00’an jina bi navê Îman Samî Mexdîd (20) bi guleyê hatiye qetilkirin.
SAZÎ Û DEZGEHÊN MAFÊ JINAN DIPARÊZIN NIKARIN JINÊ BIPARÊZIN
Li gorî daneyên ne fermî ji serê salê û vir ve heta niha zêdetirî 10 jin bi reng û rêbazên cuda hatine qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku eger li gorî vê rewşê biçe, wê li Başûr hejmara jinên bê qetilkirin zêdetir be.
Sazî û dezgehên mafê jinan diparêzin nikarin pêşiya qetilkirina jinê bigirin û ti bername û projeyek wan nîne ku jinê biparêze. Stargehên jinan ên heyî bê ewle ne û jin nikarin xwe li van stargehan bigirin.
8’Ê ADARÊ JINÊN HATIN QETILKIRIN BIBÎR ANÎN
Di hemû çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê yên li seranserî Başûrê Kurdistanê hatin kirin, jinên hatin qetilkirin wêneyên wan hatin hildan û ew bibîr anîn.
Hêjayî gotinê ye li gorî daxuyaniya Lijneya Parastinê ya Mafê Jinan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, di meha Çile û Sibata 2022’an de 9 jin bûne qurbanê tundûtujiyê.
2021’Ê 171 JIN HATIN QETILKIRIN
Li gorî daneyên Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Tundutijiyê ya Başûrê Kurdistanê ya sala 2021’an a xwekuştina jinan wiha bû:
24 bûyerên xwekuştin
61 xwekuştin
86 şewitandin
171 jin hatine qetilkirin.