Li Silêmaniyeyê wê sibe Şêwra Jinên Kurd pêk were
Komîsyona Jinan a KNK'ê û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê wê sibe li Silêmaniyeyê li ser rewşa jinên Kurd şêwrekê lidar bixin.
Komîsyona Jinan a KNK'ê û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê wê sibe li Silêmaniyeyê li ser rewşa jinên Kurd şêwrekê lidar bixin.
Şêwra "Qirkirina jinan bi dawî bikin" wê ji aliyê Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê sibe li Hola Tewar a bajarê Silêmaniyeyê pêk were û tê payin ku jinên ji çar aliyên Kurdistanê tevlî bibin.
Di destpêkê de jî wê Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad û Sekretera Yekîtiya Jinan a Kurdistanê Kafiye Silêman biaxivin.
Di çarçoveya kombûnê de wê 2 panel bêne lidarxistin û 5 mijar bêne nîqaşkirin. Di panela destpêkê de wê mijarên "Tundiya li jinan, girtina jinan a ji ber desthilatdariya siyasî, bandora qanûn û çandê li jinan, rewşa jinan a di bin zexta siyasî de" bêne nirxandin.
Mijara panela duyemîn jî wê "Rewşa jinan a di bin desthilatdariya dagirker de û rewşa jinên Êzidî" bin.
Tê payin ku ji her çar aliyên Kurdistanê aktîvîst û parlamenterên jin tevlî şêwrê bibin.