BI DÎMEN

Derbarê êrîşên li ser Sûriyeyê name ji Serokwezîrtiya Îngilîstanê re hat şandin

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û saziyên Elewî derbarê êrîşên li ser Sûriyeyê name ji Serokwezîrtiya Îngilîstanê re şand.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û saziyên Elewî derbarê êrîşên li ser Sûriyeyê name ji Serokwezîrtiya Îngilîstanê re şand.

Federasyona Elewiyan a Îngilîstanê nameyek vekirî ji Serokwezîrtiya Îngilîstanê re nivîsî. Federasyonê gefên li ser ewlekariya kêmneteweyên li Sûriyeyê anî rojevê û rexne li bêdengiya civaka navneteweyî kir. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku bi taybetî HTŞ û komên radîkal ên wekî wî, Elewî, Kurd, Asurî, Ermenî, Tirkmen, Xirîstiyan, Êzidî, Durzî û hemû kêmenetewan hedef digirin û hate destnîşankirin ku ev kom bi rêbazên tunehesibandina nirxên mirovahiyê li herêmê hewla qirkirinê dike.

Federasyona Elewiyan a Îngilîstanê diyar kir ku divê Îngilîstan û hêzên navneteweyî li dijî vê bêhiqûqiyê helwestekî bi biryartir nîşan bide.  

Daxwazên di nameyê de hatin kirin wiha ye:

Divê alîkariya ku ji bo komên radîkal tên dayîn bên rawestandin û zemîn amadekirina ji bo wekhevî û pêşeroja hemû gelên Sûriyeyê,

Li şûna firotina çekan, gihandina alîariyên mirovî ji bo herêmê,

Piştgiriya tîmên tenduristiyê bi taybetî ji zarokan ji her kesî re,

Hewldanên ji bo rawestandina helwesta êrîşkar ên Tirkiyeyê li ser herêmê.”