Tirkiye di azadiya çapemeniyê de kete lîsteya 'welatên xeternak'
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2023'an de Tirkiye di nava 180 welatî de xist rêza 165'an.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2023'an de Tirkiye di nava 180 welatî de xist rêza 165'an.
Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ya RSF'ê, sê welat ji rewşa 'bi pirsgirêk' derbasî rewşa 'xeternak' bûn.
DI NAVA SALEKÊ DE BI 16 PÛANAN KÊM KIR
Ew hersê welat ev in: Tacîkistan (153), Hindistan (161) û Tirkiye (165). Tacîkistan li gorî salek berê bi pûanekê, Hindistan bi 11 pûanan û Tirkiye jî bi 16 pûanan kêm kir.
Li gorî endeksa salane, rejîma Erdogan beriya hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'an zextên li ser rojnamevanan zêde kir.
Têkildarî Îranê jî ku di rêza 177'an de ye, işaret bi zexta li ser tevgera civakî hate kirin ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî destpê kir. Ev zext bû sedem ku pûana Îranê kêm bibe.
JI SEDÎ 90'Î Ê MEDYAYÊ DI BIN KONTROLA HIKUMETÊ DE YE
RSF'ê ragihand ku ji sedî 90 ê medya li Tirkiyeyê di bin kontrola hikumetê de ye.
Di rapora RSF'ê de hate gotin, "Beriya hilbijartinên 2023'an sîstema serokatiyê ya hîper a Recep Tayyîp Erdogan ji bo nixumandina hilweşîna aborî û demokrasiyê ya li welêt, her wiha ji bo xurtkirina bingeha xwe ya polîtîk êrîşî rojnamevanan dike. Lê belê sansur, zexta dadgeriyê ya li ser medya rexnegir nekarî populerîteya Erdogan sererast bike."