Li Kongoyê karesata lehiyê: Herî kêm 400 kes mirin
Li herêma Kîvû ya Başûr a li Komara Kongo ya Demokratîk, bîlançoya lehiyê giran dibe. Hate ragihandin ku herî kêm 400 kes ji ber lehiyê mirine.
Li herêma Kîvû ya Başûr a li Komara Kongo ya Demokratîk, bîlançoya lehiyê giran dibe. Hate ragihandin ku herî kêm 400 kes ji ber lehiyê mirine.
Ji ber barana ku 4'ê Nîsanê destpê kir, li herêmên Bûshûshû û Nyamûkûbî yên Komara Kongo ya Demokratîk lehî rabû, hezaz qewimî. Bîlançoya vê karesatê giran dibe.
Hate ragihandin ku heta roja Yekşemê cenazeyên 400 kesî hatine dîtin.
Rêxistinên civakî yên sivîl diyar dikin ku herî kêm 4 hezar û 300 kes jî winda ne. Lê belê rayedaran hîn ev agahî piştrast nekirine.