Rayedarên Kenyayê ji bo otopsiyê û vekirina morgan roja Çarşemê dîsa dest bi lêgerînên li gorî giştî kir.
Waliya herêmê Rohoda Onyacha diyar kir cenazeyê 5 kesên din jî hatiye derxistin û got “Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, bû 95.” Onyacha diyar kir ji roja ku lêgerînê dest pê kiriye û heta niha 39 kes zindî hatine dîtin û 22 kes jî hatine girtin. Lêgerîn li daristana ku 325 hektar e, didome.
Keşeyê bi navê Paûl Mackengîze Nthenge yê ku pêşengiya terîqetekê dike û ev keşe diyar dike ji bo ‘hevdîtina bi Îsa’ divê mirov birçî bimîne. Nthenge teslîmî polîsan bû û ji 14’ê Nîsanê û vir ve girtî ye. Tê payîn wê Nthenge di 2’ê Gulanê de dîsa derkeve pêşberî dadger.
Rayedarê Komeleya Xaça Sor a Kenyayê Hassan Mûsa diyar kir ku li herêmê ‘150 jê zarok’ 311 kes jî winda ne.
Di sala 2017’an de Paûl Mackengîze Nthenge bi hinceta ku di Încîlê de perwerdehî tune, dixwest zarok neçin dibistanê. Wê demê Paûl Mackengîze Nthenge hatibû girtin.
Meha borî piştî ku zarok li ber çavê dê û bavê xwe ji birçînan mirin, Paûl Mackengîze Nthenge dîsa hatibû girtin. Lê bi kefaleta 100.000 şîlînê Kenyayê (nêzî 670 eûro) serbest hate berdan.