Li Kongoyê ji ber lehiyê zêdeyî 200 kes mirin

Li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) ji ber lehiyê û hezazê herî kêm 203 kes mirin.

Li herêma Kîvû ya Başûr, roja Pêncşemê ji ber barana zêde lehî û hezazê rû dan.

Rêveberê bajarê Kaleheyê ku karesatê bandoreke giran li gundên wê kir, Thomas Bakenga roja Şemiyê li cihê bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku xisara mirovî û madî ya li herêmê gelekî giran e.

Rayedarê xwecihî got, "Li vê derê, li Bûshûshû me 203 cesed ji binê enqazê derxistin."

Rayedar diyar kir ku li gundê Nyamûkûbî jî girek hilweşiya.

Gelek gund jî di bin avê de man.

Di destpêka hefteyê de li Rûandayê ji ber felaketa lehiyê herî kêm 131 kes miribûn, bi hezaran xanî jî hilweşiya bûn.