Kosterê SPD’yî: Erdogan peşkê li pêvajoya dayîna biryara siyasî dixe
Parlamenterê Partiya Civakî ya Demokrat (SPD) ê Parlamentoya Ewropayê (PE) Dîetmar Koster, operasyonên dawîn ku Kurd pê tên armanckirin, şermezar kir.
Parlamenterê Partiya Civakî ya Demokrat (SPD) ê Parlamentoya Ewropayê (PE) Dîetmar Koster, operasyonên dawîn ku Kurd pê tên armanckirin, şermezar kir.
Dîetmar Koster ku endamê SPD’ê ku partiya Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz e, bi weşandina daxuyaniyekê li ser hesabên xwe yên Facebook û Instagramê, bertek nîşan da ku çima 25’ê Nîsanê, navend Amed li 21 bajaran operasyon hatiye kirin.
Koster, bi bîr xist ku siyasetmedar, xebatkarên medyayê û parêzer jî di nav de gelek kes hatine girtin û bal kişand ser wê yekê ku bandora operasyonê bi taybetî li endamên mixelefetê bûye.
Koster, got: “Hemû tev li kampanyaya hilbijartinan bûn. Zêdeyê bîst salan e Serokkomar Erdogan desthilat e. Cardin bê hilbijartin ya na, ne diyar e."
Daxuyaniya Koster bi berdewamî wiha ye: “Ez vê hewildana berbiçav a berpêyî bêdengkirina mixelefeta demokratîk a hikûmeta Tirk, bi tundî şermezar dikim. Di demokrasiyekê de divê her kêmara siyasî bikare pir bibe. Mafê hikûmeta Tirk nîn e ku bi tevdîrên wiha peşkê li pêvajoya dayîna biryara siyasî ya welatiyan bixe. Lewma ez dixwazim ku girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan, kampanyayeke adilane û serbest a hilbijartinan bê pêkanîn û pêvajoya hilbijartinan bê hêsankirin. YE, ji bo piştgiriya bi yên hatine girtin re, ji bo ku hikûmeta Tirk girtiyan berde, divê hemû rêyên dîplomatîk bi kar bîne.”