Sekreterê Giştî yê NY'ê ji bo Xezeyê banga agirbesta lezgîn kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji bo Şerîda Xezeyê banga agirbesta 'lezgîn' kir.

BANGA JI BO AGIRBESTÊ

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Yekşemê ji bo Şerîda Xezeyê banga agirbesta 'lezgîn' kir. Her wiha bang kir ku dîlgirtî bêne berdan, alîkariya ji bo xaka Fîlîstînê ya dorpêçkirî bê zêdekirin.

Guterres bi dîmen tevlî konferansa alîkariya navneteweyî ya li Qûweytê bû û got, "Ji bo agirbesta mirovî ya lezgîn, ji bo berdana hemû dîlgirtiyan bê şert û merc, ji bo zêdekirina bi lez a alîkariya mirovî ez banga xwe û banga tevahiya cîhanê dubare dikim."

Guterres got, "Lê belê agirbest wê bibe destpêkek. Ji bo rizgariya ji vê travma û hilweşîna ji ber şer, divê em hîn bêhtir bimeşin."

Li gorî çavkaniyên Fîlîstînê ji 7'ê Cotmehê û vir ve ji ber êrîşên Îsraîlê yên li Şerîda Xezeyê derdora 35 hezar kes mirin, nêzî 80 hezar kes jî birîndar bûn.