Hejmara mirovên ku ji cihên xwe bûne di asta rekorê de ye
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) “Rapora 2024’an a Koçê ya Cîhanê” weşand. Li gorî daneyên raporê li cîhanê hejmara mirovên ku ji cihên xwe bûne, di asta rekorê de ye.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) “Rapora 2024’an a Koçê ya Cîhanê” weşand. Li gorî daneyên raporê li cîhanê hejmara mirovên ku ji cihên xwe bûne, di asta rekorê de ye.
Di rapora IOM’ê de hat destnîşankirin ku li seranserî cîhanê 281 milyon koçberên navneteweyî hene û hat diyarkirin ku hejmara mirovên ku ji ber şer, tundî, karesat û sedemên din ji cihên xwe bûne gihişt 117 milyonî.
Ji dema ku qeyd tên girtin û vir ve, ev hejmar asta herî bilind e.
IOM’ê bang li saziyên navneteweyî, dewlet û aktorên ji dervey dewletê kir ku pirsgirêkên mirovên ji cihên xwe bûne çareser bikin û lêgerînên çareseriyê yên di bin sedemê vê yekê, pêş bixin.