Ofîsa parlamenterê AfD’ê ya li Brukselê hate lêgerînkirin

Dozgeriya Federal a Elman roja Sêşemê daxuyanî da û ragihand ku ofîsa parlamenterê AfD’ê Maxîmîlîan Krah a li Parlamentoya Ewropayê, bi gumana ku yek ji alîkarên wî sîxûrê Çînê ye hate lêgerînkirin.

Di daxuyaniya dozgeriyê de, hate diyarkirin ku Krah ne hedefa van sûcdariyan e û lêgerîna li ofîsa wî ya li Brukselê hatî kirin, parçeyekî prosedura ‘têkildarî şahidan e’. Krah ji bo hilbijartinên 9’ê Hezîranê serkêşê lîsteya partiya rastgirê tund e.

Alîkarê parlamenterê Parlamentoya Ewropayê, Jîan Gûo 23’yê Nîsanê bi îdîaya têkildarê muxalîfên Çînî sîxûrî kiriye û agahiyên têkildarî Parlamentoya Ewropayê bi servîseke îstixbaratê ya Çînê re parve kiriye, hate girtin. Ev lêgerîna ku hatî kirin, têkildarî girtina Gûo ye.

Dozger bi bîr xist ku 24’ê Nîsanê mala Jîan Gûo ya li Brukselê hate lêgerînkirin û got: “Parlamentoya Ewropayê destûra ketina hundirê avahiyê, da.”

Krah li ser hesaba xwe ya X’ê nerazîbûn nîşan da û piştrast kir ku “ofîsa hempîşeyê wî yê berê” tê lêgerînkirin.

Krah ev îdîa kir: “Ne ez ne jî personeleke cuda, tevlî vî karî bûne.”

Lêgerînên li Parlamentoya Ewropayê hatine kirin, di heman demê de rojek piştî girtina welatiyê Elman ê ku weke sîxûrê Çînê tê sûcdarkirin û li Londonê sûcdarkirina du kesan a bi gumanên heman, qewimî.