DEM Partî: Bi destê TUÎK'ê mafê kedkaran tê desteserkirin
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê nerazîbûneke tund nîşanî daneyên TUÎK'ê yên li ser enflasyona Hezîrana 2025'an da.
Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê nerazîbûneke tund nîşanî daneyên TUÎK'ê yên li ser enflasyona Hezîrana 2025'an da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, TUÎK bi fermana desthilatdariyê tevdigere, daneyan manîpule dike û bi vê rêyê mafê bi milyonan mirovên kedkar desteser dike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hejmara ji sedî 1.37 ê mehane û ji sedî 35.05 ê salane ya enflasyonê ku TUÎK'ê eşkere kir, dûrî ji rastiyê ye û hate bibîrxistin ku li gorî koma lêkolînê ya serbixwe ENAF'ê enflasyona meha Hezîranê ji sedî 3.05 û ya salane jî ji sedî 68.68 e. Hate destnîşankirin ku ji ber vê cudahiya daneyan, zema li kedkaran û xebatkarên cemaweriyê hatiye kirin di asta xizaniyê de ye.
Komîsyonê diyar kir ku bi banga 'Aştî û Civaka Demokratîk re' çavkaniyên li şer û rantê dihatin xerckirin, divê ji pêwîstiyên gel re bê veqetandin.