Kêm maye Îsraîl li dijî navenda Refahê operasyonê bide destpêkirin

Li gorî agahiyên çapemeniya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê dest bi ketina taxên li rojhilatê bajarê Refahê yê Şerîda Xezeyê kiriye.

ŞERÎDA XEZEYÊ

Hate ragihandin ku kêm maye artêşa Îsraîlê operasyona li dijî bajarê Refahê bide destpêkirin. Li gorî Jerûsalem Postê, leşkerên Îsraîlê dest bi ketina taxên li rojhilatê bajarê Refahê kirine.

Hate ragihandin ku balafirên Îsraîlê şeva Înê û sibeha Şemiyê li dijî gelek navendên Refahê êrîşên hewayî pêk anîne, her wiha li gorî çavkaniyên Filistînî di encama van êrîşên hewayî de herî kêm 10 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.

Operasyona artêşa Îsraîlê pişti biryara DYE’yê destpê kir ku DYE’yê digot ger li dijî Refahê operasyon pêk were ew ê sewqiyata çekan a ji bo vî welatî bide sekinandin.

Hate ragihandin ku gelek sivîlên li navenda Refahê hewl didin ku ji Refahê derkevin û derbasî herêmên din ên Şerîda Xezeyê bibin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku heya niha 300 hezar kes ji bajarê Refahê derketine.