Trûmp, ji bo rawestandina alîkariya leşkerî ya ji Ukranyayê re ferman da
Li gorî rayedarekî DYE’yê, Donald Trûmp biryara rawestandina alîkariya leşkerî ya ji bo Ukranyayê daye.
Li gorî rayedarekî DYE’yê, Donald Trûmp biryara rawestandina alîkariya leşkerî ya ji bo Ukranyayê daye.
Li gorî rayedarekî DYE’yê, piştî nîqaşa di navbera Donald Trûmp û serokdewletê Ukranya Volodymyr Zelensky de ya roja Înê, fermana rawestandina alîkariya leşkerî ya ji bo Ukranyayê daye.
Rayedarê ku nexwest navê xwe eşkere bike, da xuyakirin ku alîkarî bi awayekî demkî hatiye sekinandin û ji bo tevkariyê li çareseriya li pevçûnên Ukrayna û Rûsyayê bike. Her wiha destnîşan kir ku serok Trûmp li ser aştiyê disekine û anî ziman ku divê hevkar jî xwe bi vê armancê ve girê bidin.
Ev biryar piştî hevdîtina bi rayedarên payebilind ên Koşka Spî re roja Duşemê hat standin. Ev biryar alîkariyên leşkerî yên ku nehatine radestkirin jî di nava xwe de dihewîne. Cîgirê Serokê DYE’yê J.D. Vance diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku Zelenskiy piştî ku hevdîtina wî ya bi Trûmp re xira bûye, dê di dawiyê de bi Rûsyayê re hevdîtinên aştiyê qebûl bike.
Vance, di hevpeyvîna xwe ya ligel Fox Newsê de diyar kir ku Zelenskiy red kiriye ku bikeve pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Serokê Emerîkayê ve hatiye xwestin. Vance got, “Li gorî min Zelenskiy hê ne amade bû û hê jî wisa ye. Lê bawer dikim ku di dawiyê de wê hemfikir bin. Ji ber ku em mecbûr in vê bikin.”