Serokwezîrê Gronlandê bersiv da Trump: Em ne yê firotinê ne
Serokwezîrê herêma xweser Gronlandê Mute Egede bersiv da Trump û got, "Em ne yê firotinê ne û bi hêsanî nikarin bêne wergirtin."
Serokwezîrê herêma xweser Gronlandê Mute Egede bersiv da Trump û got, "Em ne yê firotinê ne û bi hêsanî nikarin bêne wergirtin."
Mute Egede nerazîbûn nîşanî axaftina Donald Trump a li Kongreyê da û li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek parve kir û diyar kir ku ew ne yê firotinê ne.
'EM NE DIXWAZIN BIBIN EMERÎKÎ NE JÎ DANÎMARKAYÎ'
Serokwezîr Mute Egede wêneyekî xwe yê bi ala Gronlandê parve kir û got, "Em ne dixwazin bibin Emerîkî ne jî Danîmarkayî. Em Gronlandî ne."
Serokwezîrê Gronlandê şeş roj beriya hilbijartinên qanûndanînê yên herêmê daxuyanî da û di vê daxuyaniyê de got, "Divê Emerîkî û lîderê wan vê yekê fêhm bikin."
Serokwezîr Egede ji bo Trump got, "Em ne yê firotinê ne û nikarin bêne kirîn. Em ê li ser paşeroja xwe li Gronlandê biryarê bidin."