CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Xezeyê hejmara miriyan nêzî 34 hezarê bû
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê ve ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara miriyên li Xezeyê nêzî 34 hezarê bûye. -
Li Endonezyayê bîlançoya hezazê giran bû
Li eyaleta Sûlawesî ya Endonezyayê hejmara mirovên ji ber hezazê jiyana xwe ji dest dan bû 20 kes. -
Îsraîl soza bersivdayina êrîşa Îranê da
General Herzî Halevî di axaftina xwe ya li baregeha ji êrîşa Îranê zirar dîtiye de, got ku wê dewleta Îsraîlê bersivê bide êrîşên li dijî axa xwe. -
Li Tanzanyayê ji ber baranê û lehiyê 58 kes mirin
Hikumeta Tanzanyayê ragihand ku ji ber baranê û lehiyê li welêt di nava 2 hefteyan de 58 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Hamas: Li Xezeyê heta niha 33 hezar û 729 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Xezeyê 33 hezar û 729 kes hatine kuştin. -
Îran: Hemû êriş gihîştin armanca xwe, Îsraîl: Ji sedî 99 hatin têkbirin
Fermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê, diyar kir ku hemû êrîşên wan ên li dijî Îsraîlê gihiştine armanca xwe. Lê Îsraîl jî îdîa kir ku ji sedî 99'ê êrîş vala hatine derxistin. -
Îran: Dibe ku bûyer hatibe girtin
Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşa li ser Îsraîlê got, "Dibe ku bûyer hatibe girtin" û got, "Tol hate hilanîn." -
Urdunê ragihand ku bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê xistiye
Li gorî du çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî, jetên Urdunê li herêmên bakur û navîn ên Urdunê bi dehan balafirên bêmirov ên Îranê yên ber bi Îsraîlê ve diçûn, xistine xwarê. -
Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrîşeke berfireh kir
Dewleta Îranê li hemberî Îsraîlê bi gelek balafirên bêmirov dest bi êrîşekê kir. -
Li Sydneyê êrîşa bi kêrê: 6 kes jiyana xwe ji dest dan
Li Sydneyê di êrîşa ku li navenda danûstendinê hat kirin de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. Polîsekî êrîşkar gulebaran kir û pêşî li komkujiyeke mezintir girt. -
Hollandayê balyozxaneya xwe ya li Hewlêrê girt
Wezareta Karên Derve ya Hollandayê ji ber îhtîmala ku Îran êrîşî Îsraîlê bike, balyozxaneya xwe ya li Hewlêrê girt. -
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî çû Emerîkayê
Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê diyar kir ku Serokwezîrê iraqê Muhammed Şiya Sûdanî çûye Emerîkayê. -
Norvec amade ye ku dewleta Filîstînê nas bike
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ku ji bo naskirina dewleta Filistînê li piştgiriyekê digeriya, piştgirî ji Norvecê wergirt. Norvecê ligel welatên din ragihand ku ji bo naskirina dewleta Filîstînê amade ye. -
Fransayê bang li welatiyên xwe kir ku neçin Îran, Îsraîl, Libnan û Filistînê
Rageşiya li Rojhilata Navîn her ku diçe zêdetir dibe û têkildarî vê yekê Wezareta Karên Derve ya Fransayê roja Înê bang li welatiyên xwe kir ku neçin welatên weke Îran, Îsraîl, Libnan û Filistînê. -
Li Rûsyayê asta ava çeman her ku diçe bilindtir dibe
Li Rûsyayê asta ava çeman her ku diçe bilindtir dibe û rayedaran gotin ku ‘rewş gelekî xirab e.’ -
Rûsyayê bombe li santrala elektrîkê ya herî mezin a Ûkraynayê barand
Rûsyayê li santrala elektrîkê Tripilya ya 50 km li başûrê Kîevê, xist. -
Navê Tevgera Sedr guherî û bû Tevgera Neteweyî ya Şîa
Li gorî daxuyaniya ku bi îmzeya Muqteda Sedİr hatiye îmzekirin, navê Tevgera Sedir weke Tevgera Neteweyî ya Şîa hatiye guhertin. -
Artêşa Myanmarê kontrola bajarekî stratejîk winda kir
Yekîtiya Neteweyî ya Karen (KNU) roja Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa cûntayê ya Myanmarê xwe bi temamî ji bajarê Myawaddyê vekişandiye. Ev bajarê li ser sînor ji aliyê bazirganiya bi Taylandê ve girîng e. -
Li gorî DYE'yê Îran wê di demeke nêz de 'êrişa mezin' bibe ser Îsraîlê
Li gorî ajansa Bloombergê, îstîxbarata Emerîkayê texmîn dike ku Îran û komên hevalbendên wê 'di demeke nêz de wê êrişeke mezin' bibin ser Îsraîlê. -
Li Derya Spî trajediya koçberiyê: 9 mirî, 15 winda
Li peravên Maltayê, keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî winda bûn. -
Li Xezeyê hejmara miriyan gihîşt 33 hezar û 500 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê vir ve li ser Xezeyê pêk tên de hejmara miriyan derket 33 hezar û 482 kesan. -
Di erdheja Taywanê de hejmara miriyan derket 16 kesan
Hat ragihandin ku di erdheja mezin a ku hefteya borî li Taywanê pêk hat de hejmara miriyan derket 16 kesan. -
Li peravên Yewnanistanê keştiyek noqî binê avê bû: 3 zarokên keç mirin
Li peravên girava Sakizê ya Yewnanistanê keştiyek ku koçber tê de bûn noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku di bûyerê de 3 zarokên keç jiyana xwe ji dest dane. -
Spanya ji bo ku dewleta Fîlîstînê were naskirin, li piştgiriyê digere
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez hewl dide welatên Ewropayê li dora fikrê naskirina dewleta Fîlîstînê kom bike. Sanchez diyar kir ku ev yek ‘di berjewendiyê Ewropayê de ye jî’. -
Lîderê olî yê Îranê: Îsraîl wê bê cezakirin
Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney piştî êrişa hefteya derbasbûyî ya Îsraîlê ya li Sûriyeyê yekemcar gef li Tel Avîvê xwar û got, "Wê bê cezakirin."