Nûçeya Lezgîn: Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya li ser Îmraliyê

Artêşa Myanmarê kontrola bajarekî stratejîk winda kir

Yekîtiya Neteweyî ya Karen (KNU) roja Pêncşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa cûntayê ya Myanmarê xwe bi temamî ji bajarê Myawaddyê vekişandiye. Ev bajarê li ser sînor ji aliyê bazirganiya bi Taylandê ve girîng e.

Berdevkê KNU Padoh Saw Taw Nee got, "Doh bi şev saet di 22:00 de me 275 kes (Ji Tabûra Leşkerî ya Myanmarê) bi dest xist." Taw Nee diyar kir ku nêzî 200 leşkerî xwe li pireke bajarokê Mae Sot ê li ser sînorê Taylandê yê Myawaddyê girtine.

Li gorî nûçeya AFP'ê rayedarekî ji servîsa koçberiyê ya Taylandê, bajarokê Myawaddy di êvara Çarşemê de 'ketiye'.

Myawaddy nuqteya derbasbûnê ya sêyemîn a sînorê Myanmarê ye. Li vê derê bazirganî tê kriin.

Tayland bi Myanmarê re xwedî sînorekî ji 2.400 kîlometreyî ye. Piştî darbeya leşkerî ya sala 2021'ê ya li dijî hikumeta Aûng San Sûû Kyî hate kirin, li Myanmarê di navbera cûnta leşkerî û muxalîfên siyasî de şer sor bû. Di nava çend mehan de cûntayê li bakur û rojavayê welêt derb xwar.